• DOLAR 32.443
  • EURO 35.32
  • ALTIN 2326.446
  • ...
Di doza Yasîn Boru de tê hêvîkirin ku qerar bê dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştina biryara doza Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ên ku di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de ji teref HDPKKvê hatibûn qetilkirin dê sibe di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de were dîtin.

Dê niştina 16emîn sibe di saet 10.00an de were dîtin û di derheqê bersûcan de biryar were dayîn.

Her weke  ku tê zanîn Yasîn Boru û hevalên wî Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ji teref terefdarên PKK/HDPê ve di 6-7ê Cotmeha sala 2016an de hatibûn qetilkirin. 16emîn niştina dozê  sibe di saet 10.00an de li Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê dest pê bike.

Mitalaaya di derbarê esasa vê doza ku 21ê wê girtî û bi tevahî 41 kesên ku tên darizandin de Dozgerê Komarê Abdurrahman Yalçin di meha sibatê de pêşewazê mehkemê kiribû.

Di mitalaayê de ji bo 23 bersûcan cezaya sermedî ya ku 6 car hatiye girankirin, ji 14 kesan re jî teleba beraetê hat xwestin. Her wiha di mitalieyê de tê telebkirin ku dê ji ber endambûna rêxistinê ceza ji kesekî re were dayîn û 3 kes jî firarî ne.

Ji Abdurrahîm Pamuk, Sedat Çoban, Mehmet Şah Yuce, Umît Doganay, Remzî Ozşan, Ahmet Taylan, Hasan Uyanik, Alî Karakurt, Erkan Balaban, Resul Savur, Alî Guler, Ahmet Tura, Mehmet Çaglar, Cevher Turk, Cîhan Yildiz, Ridvan Baş re cezaya sermedî ya ku 6 car hatiye girankirin, ji 14 kesan re jî teleba beraetê hat xwestin.

Ji zarokên bi navê Y.O, F.G, A.S, M.D û F.Kyê ku vê yekê bi wan dane kirin re jî bi binasiya ku “li ser navê rêxistinê sûc hatiye kirin” re ceza tê xwestin.

Her wiha di mitealeyê de ji kesên Hasan Okçu, Huseyîn Okçu, Ahmet Bîçîcî, Mahsun Kurt, Hasan Aldemîr, Burhan Dîcle, Adem Kaçmaz, Ahmet Arîf Yusufoğlu, Ahmet Tanriverdî, Abdulvahap Turan, Ersîn Adiyaman, Abdurrahman Turan û zarok M. İ yên ku bi Yildiz Doganay re gotine “wan bikujin” re ceza tê xwestin.

Ji bo bersûc Burhan Ay, Ersîn Fîlîzer û Îsa Ozelê di derheqê wan de biryara qefilandinê hatiye dayîn tê xwestin ku dosyayeke din were vekirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir