Li Siwêregê qezaya trafîkê: 6 birîndar
Li navçeya Swêrega Rihayê qezaya trafîkê çêbû. Di encama qezayê de 6 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li navçeya Swêrega Rihayê qezaya trafîkê çêbûye û di encama qezayê de 6 kes birîndar bûne.
Gor agahiyên hatine bidestxistin di derdora taxa Yucelena navçeya Swêregê li ser rêbaejê 2 bi pleqeyên 10 LF 221 û 63 HC 517 li hev qelibîn. Hat ragihandin ku ajovan Halil Turuz Emîne Turuz, Îbrahîm Turuz, Fevzî Turuz, Îsmaîl Turuz û ajovanê wesayîta bi peleqeya 63 HC 517 Hanîfî Çetîz birîndar bûn.
Hat ragihandin ku birîndaran rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Swêregê. (ÎLKHA)