• DOLAR 32.576
  • EURO 34.965
  • ALTIN 2420.256
  • ...
Li Rihayê şerê çekdarî: 2 mirî 5 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku li navçeya Eyubiyeya Rihayê di nabeyna 2 koman de şerê çekdarî derketiye. Hat destnîşankirin ku di encama şerê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Gor agahiyên ku hatine bidestxistin her dû kom di şikevtên li taxa Topdagi de hatin cemhev. Di demeke kurt de di nabeyna her dû koman de gengeşe derket. Piştî ku bûyer mezin bû koman bi tifing û amûrên birrekî êrîşê hevdû kirin.

Hat diyarkirin ku di encama pevçûnê de Îsmaîl D. (27) û Ahmet E. (38) jiyana xwe ji dest dan û 5 kesên din jî birîndar bûne. Her wiha hat diyarkirin ku polêsan Mahmut E., Nurî D., Vedat D. û Mehmet D.yê ku têkiliya wan bi şerê re heye hatine binçavkirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir