• DOLAR 32.602
  • EURO 34.811
  • ALTIN 2493.749
  • ...
Çendîn sal e mitêl didirû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Bûrsayê Erol Hallaçê 57 salî yê ku 44 sal berê wek çirax dest bi dirûtina mitêlan kiriye bi van mitêl û lîhefan ihtiyaciya germbûna însanan temîn dike. Hallaç, destnîşan kir ku karê mitêldirûtinê ber bi jibîrkirinê ve diçe.

Hallaçê ku destnîşan kir dema ew biçûk bûye dest bi vê karê kiriye. Dûvre Hallaç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min wek çirax di sala 1973yan de li Zonguldakê dest bi vê karê kir. Wek 2 sal min cem hosteyê xwe çeraxtî kir. Dûvre ji min re gotin ‘tu bûyî qalfa’. Min di dikaneke din de dest bi kar kir. Piştî Zonguldakê ez çûm Rîzeyê û dûvre jî çûm Trabzonê.”

Hallaç, qala dirûtina mitêlan kir û destnîşan kir ku qumaşên ew distînin bi makîna dirûtinê dûrê wê çêdikin û di dawiya vê yekê de jî qûmaşê datînin ser dezgehê. Di qonaxa herî dawî de jî qumaşê didirûn.

“Ji ber ku em bi kêf vê karê dikin zehmetiya vê yekê tune”

Hallaçê ku ragihand ji ber ku ew ji karê xwe hez dikin zehmetî nakêşin. Dûvre Hallaç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zehmetiya karê mitêlê tune. Ji ber ku umr pê de diçe mirov aciz dibe. Lê em mecbûr in vê karê bikin. Em aboriya xwe ji vê karê temîn dikin. Me zarokan bi vê yekê mezin kir şand zanîngehê.”

Hallaç destnîşan kir ji ber ku hinek vê karê serabera dikin erzan difroşin. Dûvre Hallaç wiha diyar kir: “Mitêlên ku em çêdikin gel beha dibîne. Ez mitêlê difroşom 200 TLyan û ew difroşin 50 TLyan. Ez carinan mitêleke 3 rojan de didrûm. Ez dikarim karê ku di 3 rojan de dikim bifroşim 50 lîreyan? Heke gel qelîta mitêlê bizane dê îtîraz neke. Lewra umrê qelîta mitêlên yekemîn 40 sal e lê yên 50 TLyî 3-4 sal e.”

Hallaç ji gel re mitêla ku ji hiriyê hatiye çêkirin tewsiye kir û dûvre wiha pê de çû: “Gel elyaf û silîkon dixwaze. Lê ev nexweşî ne. Yên ku em çêdikin hemî hemî pembû ne.”

Hallaç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Niha êdî di warê mitêlê de dizivirin yên berê. Rexbet dibîne lê ji ber ku kes tune em nikarin bigihêjînin gel. Ji ber ku çirax tune yên di umrê me de vê kerê didomînin. Gerentî tune ku dê nifşa nû karê mêtêlê bike yaln ne. Lewra herkes dixwîne.Tu kesê ku dixwîne nayê di vê karê de naxebite.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir