• DOLAR 32.443
  • EURO 35.32
  • ALTIN 2326.446
  • ...
Pisporan dîroka çapemeniya Kurdî ji ÎLKHAyê re nirxand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nivîskar-lêkolîneran diyar kirin ji ber ku rojnameya yekemîn a Kurdan di 22yê Nisana sala 1898an de derketiye hersal 22yê Nîsanê wek “Roja Çapemeniya Kurdî” tê pîrozkirin. Pisporan diyar kirin mirov nikare bi astengiyên siyasî, aborî û civakî, ziman û dînê jihev cûda bike.

Rojnameya yekemîn a bi navê Kurdistan di 22yê Nisana sala 1898an de bi alfabeta Erebî li Qahîrê ji teref Mîdhat Bedirxan ve dest bi weşanê hat kirin. Bi minasebeta vê yekê hersal 22yê Nîsanê wek “Roja Çapemeniya Kurdî” tê pîrozkirin.

Bi vê minasebetê me di derhqê dîroka çapemenî-weşanê ya Kurdan de bi Lêkolîner Zeynelabîdîn Zinar û Nivîskarê Kovara Kelhaamed Cevdet Karaman re axavtin kir.

Lêkolîner Zeynelabîdîn Zinarê ku di derbarê mijarê de axivî diyar kir ku di heyama Osmaniyan de çapxaneya herî ewil a li ser axê Kurdistanê li Erziromê hatiye sazkirin. Dûvre di sala 1865an de li Bedlîsê û sala 1868an de jî li Diyarbekir hatiye sazkirin. Lê di van çapxaneyan de çap pêk nehatine.

- Çapemeniya Kurdî ya pêşî, roja 22yê Nîsana 1898an bi Zimanê Kurdî wek rojname dest bi weşanê kiriye. Ji ber vê yekê ye ku ev roj wek ”Roja Çapemeniya Kurdî” hatiye pejirandin. Lê mixabin ew destpêk jî li derva û dûrê ji Kurdistanê bûye.

Çendî ku çapxane di sala 1450 de ketiye rewacê, lê pir dereng hatiye Stembolê (1727) û li Kurdistanê jî çendî ku çapxane sala 1856 li bajarê Erzeromê, piştre 1865 li Bedlîsê û 1868 jî li Diyarbekirê hatine avakirin, lê di wan de berhemên bi Zimanê Kurdî nedihatin çapkirine. 

Lê yekemîn Çapxaneya bi navê ”Çapxaneya Kurdî” ne li Kurdistanê lê li Stembolê di 1908an de li aliyê Ehmed Ramiz Kurdîzade û Xelîl Xeyalî ve hatiye avakirin.

Çapxaneya Duyemîn jî, sal 1910 dîsa li Stembolê, bi navê ”Çapxaneya Diyarbekirê” ji aliyê kesekî Diyarbekirî ve hatiye avakirin û tê de pirtûkên kurdî û yên li ser Kurdan hatine çapkirin.

Çapxaneya Sêyemîn jî, li Qahîreyê ji aliyê Fereculah Zekî El Kurdî ve bi navê ”Çapxaneya Kurdistanê” hatiye avakirin.

Berî vê çapxaneyê jî, dîsa çapxaneyeke kurdî li Qahîreyê hatiye avakirin.

Dîsa her di wan salan de li Swîsreyê Ebdurehman Bedirxan û Dr. Ebdulah Cewdet jî dest bi kirrîna çapxaneyekê kirine, lê pir zû Imperetoriya Osmanî pê hisiyaye û nehiştiye ku ew çapxane were avakirin.

Çapxaneya pêşî ya li Kurdistanê, ji aliyê Ekrem Cemil Paşa ve li Diyarbekirê hatiye avakirin û tê de rojnameya bi navê GAZÎyê hatiye çapkirin.

Lê belê hîmdarê Çapxaneya Nûjen a Kurdî Huseyn Hiznî Mukriyanî ye ku di 1915an de li bajarêî Helebê çapxaneyeke nûjen avakiriye û tê de berhemên kurdî çap kirine.

Çendî ku zêde kes pê nizane, lê Zimanê Kurdî ev e 200 sal in hatiye qedexekirin û derfeta çapê jê re pir hindik çênebûye yan çênbûye. Ji ber vê yekê ye ku serpêhatiya Dîroka Çapemeniya Kurdî, di mercên pir lewaz de jiyana xwe domandiye.

Lê belê çendî ku li Kurdistanê Medreseyên Kurdî perwerdehiya xwe domandine jî, lê pirtûkên ku tê de dihatin xwndin jî, bi piranî li Bêrûd, Qahîre, Bexdad, Şam û hinek jî li Stembolê dihatin çapkirin. Hinek pirtûk jî bi destan, ji ber hev dihatin nivîsandin.  

Di dawiya salên 1950 de çar pirtûkên dersê yên xwendina Medreseyê (du kurdî û du erebî) neçapkirî bûn, bi nivîsa destan dihatin zêdekirin.

- Çewa ku li jorê jî hatiye behrskirin, rojnameya pêşî ya kurdî roja 22ê Nîsana 1898an û bi navê ”Rojnameya Kurdistanê” dest bi weşana xwe kiriye. Hîmdarên wê rojnameyê Miqdad Midhed Bedirxan û birayê xwe Ebdurehman Bedirxan bûne. Herdu bira pêşî xwestine ku rojnameyê li Stembolê biweşînin, lê desthelatiya Osmanî destûr nedaye wan, ew jî çûne Misrê û li wirê weşandine.

Ew rojname li Misrê pênc hejmar derketine. Piştre herdu bira çûne Swîsre bajarê Geneveyê û 14 hejmarên rojnameyê li wirê weşandine. Dîsa herdu bira vegeriyane Qahîreyê û weşana rojnameyê domandine û 20 heta 23 hejmar weşandine. Lê hejmara 24an li Londonê, hejmar 25 heta 29 li bajrê Folkestoneyê û hejmara 30 û 31ê jî dîsa li Swîsreyê weşandine. Roja 14ê Adara 1902an jî rojname rawestiyaye.

Lê divê em bizanibin rojnameyên van miletên cîranên Kurdan jî ne ji zû ve dest bi weşana xwe kirine. Wek mînak, rojnameya pêşî ya tirkî 1828, ya farisî 1837, ya ermenî 1831, ya erebî 1873an de dest bi weşanê kirine.

Lê Çapemeniya Kurdî piştî sala 1980an geşedaneke pir zêde kiriye. Xasma jî li welatên Ewrûpayê, li Avûstralya û welayên Emerîkaya Yekbûyî bi sedan rojname, kovar, piretûk û pirtûkên dersê, xasma jî li Swêdê perwerdehiya kurdî û pirtûkên dersê gelek zêde çêbûne.

Wek mînak, ji 1985an hetanî dawiya 1999an, tenê li Swêdê 485 pirtûkên kurdiya kurmancî ku bi alîkariya dewletê û bi tîpên lattênî hatine çapkirin hener. Dîsa di wan salan de li Swêdê li dora 50 kovarên kurdî dihatin weşandin. Herweha çar-pênc çapxaneyên kurdan jî hebûne û niha jî hene ku xizmeta Zimanê Kurdî dikin.

Di van salên dawîn de li Tirkiyê geşepêdanek li Çapemeniya Kurdî re çêbûye û gelek pirtûk, kovar û rojname hatine weşandin. Lê mixabin ev du sal in ku hem Çapemeniya Kurdî lewaz bûye, hem pirtûkên kurdî pir kêm têne çapkirin û xwendina berhemên kurdî jî daketiye asteke nizm.

Ji sala 1898 heta niha ku dike 120 sal, çapemeniya Kurdî li gor hejmara heyî ya Kurdan, ne bes e û pir kêm e.

Ew gelş û astengiyên li pêşberê Medyaya Kurdî ku hene, dikarim weha bibêjin:

- Îro li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê gelek faktorên girîng hene û ji bo Çapemeniya Kurdî bûne asteng.

- Ev rewşa şerê heyî, beşeke mezin ji çapemeniyê daye rawestandin.

- Ev rewşa aborî ya xirab, derfetên çapemeniya kurdî pir kêm kirine.

- Çi dema ku dest bi teqereqa çekan dibe, bi derbekê zimanê Kurdan ê fermî dibe tirkî û nivîsandina Kurdan a kurdî jî dibe bi tirkî.

Ev haweyên li jorê, rewşeke xirab diafirîne û çapemeniyê lewaz dike, tîneke xiran jî li ser ciwanên Kurd dihêle.

- Rast e, di van demên dawîn de, nav çendî ku kurdî be jî, lê belê nivîs, naverok û ziman giranî bi tirkî têne weşandin. Ev hawe jî heşifandina Kemalîzmê ye ku ev e 90 sal in li ser Kurdan domandiye.

Herweha weşanên Facebooka kurdî piraniya xwe bi tirkî ne. Zimanê ku tê bikaranîn, ji ber ku zêdetir tirkî ye, ew tewrên dijûn û sixêfên tirkane ji aliyê Kurdan ve têne dubarekirin. Ev hawe bêumîdiyeke req dixe nava Kurdan.

Ji bo ku Çapemeniya Kurdî xwe di ser van astengan re hilbiqevêje û derkeve firehiyê, divê rewşenbîrên Kurd, xasma ciwanên me li van xalên li jêrê pir bi diqet û baldar bin:

- Bi hevûdu re, bi xelkê xwe re û bi zarûkan re, her bi Zimanê Kurdî bipeyivin.

- Çi kesên ku di Medyaya Kurdî de, çi ya elktronik be û çi jî ya dî, dema nivîsên xirab dîtin, rexne bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin.

- Divê ciwanên me pir zêde berhemên Klasîkên Kurdî û yên Folklora Kurdî bixwnîn, xasma Çîrokên Rawilan (Fabil) bixwînin û bidin xwendin, ew usluba rexneyî ku di wan de heye ji bo xwe bikin wek ders û di ferhenga mejiyê xwe de bicih bikin.

- Divê ciwanên me hertim Gotinên Pêşiyan bixwînin û şiroveya wan bikin. Wek mînak:

- Ji bo weşandina nivîsên hevûdu, alîkariya hev bikin û rê nîşanê hevûdu bidin.

- Divê ciwanên me zêdetir xwe nekin koleyê internetê û nivîs û filîmên xirab ku xuyê meriv ê nijadî dirûxînin temaşe nekin.

Astengiyên herî mezin ên xeternak li pêşberê fêrkirin û axaftina bi Zimanê Kurdî, çend ji wan ev in li jêrê:

- Pêşî divê dewlet tirsa li ser axaftina bi Zimanê Kurdî ji nava Kurdan û Tirkiyê rake û karmend û berpirsên dewletê jî bi kurdî bipeyivin.

- Divê dewlet xwendina Zimanê Kurdî bike sektora qezencê, ji bo kesên kurdî bixwînin di pêş de kar bi dest bixin.

- Divê astengiyên aborî ji ser Çapemeniya Kurdî rabin û para xwe ya aborî ji wezareta Çandî werbigirin.

- Divê dewlet rojname, kovar û pirtûkên kurdî, ji pirtûkxaneyên xwe re bikirre.

- Divê Zimanê Kurdî ji dibistanê heta zanîngehê bi awayekî fermî bête xwendin.

- Divê reklam, anons û wekî din danasîn herwekî bi tirkî dibin, bi Zimanê Kurdî jî werin kirin.

Hingê wê hem xwendina Zimanê Kurdî têkeve rewacê, hem jî astengiyên heyî yek bi yek ji holê radibin û Kurd jî wê bawerî bi dewletê bînin.

Hingê wê hem xwendina Zimanê Kurdî têkeve rewacê, hem jî astengiyên heyî yek bi yek ji holê radibin û Kurd jî wê bawerî bi dewletê bînin.

Pirtûka yekemîn a ku Kurdî ya ku di nav xwe de çend helbestên Kurdî dihewand li Stenbolê hat weşandin

Ji nivîskarên Kovara Kelhaamed Cevdet Karaman jî anî bibîranîn ku alema Îslamê 200 sal piştî Xerbê çapxaneyê nas kiriye û di dîroka çapemeniyê de yekemîn pirtûka Kurdî a ku di nav xwe de çend helbestên Kurdî dihewand di sala 1944an de li Steînbolê hatiye çapkirin û aîdê  Mevlana Xalidê Bexdayî ye.

Cara yekemîn di sala 1857an de Încîlê wergerê Kurdî kirine

Karaman, destnîşan kir ji ber ku têkiliya kesên ku Misliman nînin bihev re çêtir bûye wan zûtir çapxaneyê nas kirine. Dûvre Jaraman diyar kir ku Cara yekemîn di sala 1857an de Încîlê wergerê Kurdî kirine. Dûvre jî ferhenga Yusuf Zîyaeddîn Paşa hatiye hatiye weşandin.

“Rojname û kovarên ku Cemiyeta Hêvî derxistiye di nabena Kurdan de weşanên ewil ên girîng in”

Karaman diyar kir piştî ku cara yekemîn di sala 1898an de li Qahîrê rojnameya Kurdistan hat weşandin Kurdan bi medyayê re eleqeder bûne. Dûvre Karman wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê dema ku em di çarçova dîroka çapê dikin li Stenbolê rêxistinên Kurdan, saziyên wekê Hêvî, Kurdistan Teavun û Cemîyeta Terakkî, weşanên cûda tên çapkirin. Mînak, ji van Kurdistan, Teavun û Cemiyeta Terakkî ji teref Tevfîkê Silêmanî û Ekrem Cemîl Paşa ve rojnameke tê derxistin. Ev rojname jî ji weşanên herî girîng ên ku di nav Kurdan de hatiye weşandin yekî ye. Dûvre em dikarin qala rojnameyên Şerq û Kurdistan bikin. Ev rojname, di sala 1908an de ji teref Emîn Şerîf û Bedriyê Meletî ve tê derxistin. Em dikarin qala rojnameya Kurdistan a ku Sureya Bedirxan derxistiye bikin. Dîsa Diyarbekir wek navend kesên ku Mlisliman nînin rojnameke bi navê Peyman derxistin. Em dikarin qala Kovara Hezkirina Amîdî, Rojî Kurdî bikin.  Hemzeyê Miksî yê ji şagirdên Ustad Bedîuzzeman bi navê Hetawî Kurd kovareke derdixe.”

“Di hemî rojname û kovarên Kurdî û rêxistinên Kurdî de bandora malbata Bedirxan heye”

Karaman, bal kişand ku exle rojnameyên di derdora Stenbolê de hatine derxistin û diyar kir ku piştî serhildana Bedirxan Beg di hemî rojname û kovarên Kurdî û rêxistinên Kurdî de bandora malbata Bedirxan heye.

“Ustad Bedîuzzaman wek bangewazî gotarên Kurdî ji Kurdan re nivîsî”

Karaman, bal kişand ser nivîsên Ustad Bedîuzzemanê ku camîeya Kurdan îhmal nekiriye. Berevajî îhya kiriye. Dûvre Karman wiha pê de çû: “Mînak di Rojî Kurdî, Hetawî Kurd, Kurd Teavun û Cemiyeta Terakkî de Ustad Bedîuzzaman wek bangewazî gotarên Kurdî ji Kurdan re nivîsî.”

“Kurd alfabeyên cûda bikar tînin”

Karaman, diyar kir ku ji berê heta îro medyaya Kurdî guheriye û astengiyên beriya medyaya Kurdan wiha da rêzê: “Em vê guhertinê kafî nabînin. Lewra Kurd hêj li 4 welatan heta heke em Ûris jî daxîl bikin li 5 welatan daxîl bikinhatine perçekirin. Ev ji astelngan yekî ye. Niha heke bi taybet em qala zaravaya Soranî bikin 5 hezar weşan weşan hene. Digel bê piştgiriya dewleteke rewşa çapemeniya Kurdan baş e lê kafî nîne.”

“Dê hûn qala 30 milyon însanan bikin û 10 mamoste tayîn bikin”

Karaman wiha li axavtina xwe kir: “Sedemeke jî ew e ku di medyaya civakî de xwendin kêm e. Digel derxistina kovar û rojnameyên Kurdî mixabin zêde xwendekar ji vê yekê re nayê dîtin. Ev jî sedemek e. Kurdî, di warê bazarê de mişterî nabîne. Ev yek jî sedemek e. Tabî sedema herî girîng ew e ku di warê Kurdî de perwerdehiya zimanê zikmakî pêk nehatiye. Ji ber ku îstîhdam tune xwendekar dê Kurdî bixwînin. Lê ji ber ku îstîhdam tüne pêşveçûna medyayê wek neyînî bandordar dike.”

“Kesên ku zimanê ji dînê cûda dikin zimanê Tanzîmatnas û Jon Turkan bilkar tînin”

Karaman bal kişand exlebê însanên ku medyaya Kurdî saz kirine û pêşve birine sekuler in. Zimanên van kesan ji ya Tanzîmatnas û Jon Turkan cuda nîne.

Karaman, diyar kir ku ev kes jî dînê ji zimanê cûda dikin. Dûvre Karaman wiha pê de çû: “Di heyama pêvajoyê de wek Tanzîmatnas û Jon Turkên ku hewl didan zimaneke safî pêk bînin, ew jî zimaneke wekê Kurdiya safî derdixin holê û dîn û zimanê jihev cuda dikin. Lê sûcê wan nîne. Kesên dîndar vê yekê îhmal kirine. Yanê nexwendine û nenivîsîne. Heke me binivîsiya an jî kesên dîndar vê yekê binivîsîna dê zimaneke cûda bibûya. Fikr û ramanên însanan mutleq xwe di nivîsê de dide nîşandan.”

“Divê ku Kurd teleba perwerdehiya bi zimanê zikmakî di her platformê de bînin ziman”

Karaman diyar kir pêwîst e ji bo ku Kurd dejenere nebin zimanê xwe di nav malbata xwe de biaxivin û ji bo ku bibe zimanê zikmakî.

Karman, ji bo ku Kurdî pêşve biçe wiha tewsiye kir: “Di warê perwerdehiyê de divê ku ji bo perwerdehiya bi zimanê zikamakî hewl were dayîn. Divê vê heqê teleb bikin. Heta ev tunebe mimkûn nîne ku ziman pêş ve biçe. Wekê ku min gotiye digel vê yekê gelek tişt hene ku were kirin. Mînak mirov dikare qurs veke. Dibistan veke. Weşan were derxistin. Ya herî girîng weşanên televîzyonê ya ku xîtaba zarokan dike were amadekirin.”

“Di nabeyna dersan de qisma perwerdehiya makeqanûnî wek zanîn tê derxistin”

Karaman, diyar kir ku di dibistanan de nabeyna dersên ku wek bijarte tê xwendin Kurdî wek zanîn tê derxistin. Dûvre Karaman wiha dawî li axavtina xwe anî: “Tabî ez zêde pê ewle nînim ku dersê bijarte heye. Lewra dema ku hûn diçin dibistanê lîsteke tînin datinin beriya we. Di nav vê lîstê de û heta li gelek deran wek zanîn qisma perwerdehiya bi zimanê zikmakî tê derxistin. Yanê tercîh û alternatîfên cuda ji zarokan re pêşniyaz dikin. Wek bijarte dê pirsgirêkê çareser neke.” (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir