• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Malkirina li saziyeke xerab a bernameyên Wîladeta Pîroz cehaleteke mezin e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Evîndarên Pêxember a kul i Tirkiye û gelek welatên Ewrûpayê bernameyên Wîladeta Pîroz lidar dixe ji manşeta rojnameya Tirkiyê re bertek nîşan da, destnîşan kir xeflet û cehaleteke mezin e mirov bernameyên Wîladeta Pîroz li FETO bike mal.

Di daxuyaniya ku ji teref Evîndarên Pêxember ve hat dayîn de wiha hat destnîşankirin: “Çendîn qerne ku li welatên Îslamê ji teref Mislimanan ve Wîladeta Pîroz a Pêxemberê me, Mewlîda Pîroz nîşandana wek ev dûvre derketiye holê û malkirina li saziyeke xerab heke niyeteke xerab nebe xeflet û cehaleteke mezin e.”

Di daxuyaniya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat dayîn de wiha hat diyarkirin: “Qendîla Mewlîdê, bi gotina me ya îro Wîladeta Pîroz, li hinek welatên Îslamê gor Teqwîma Hîcrî di meha Rebîul-Evvel de û li hinek welatan jî gor Teqwîma Mîladî di meha Nîsanê de tê pîrozkirin. Bernameyên wiha yên ku armanc ew e Pêxemberê ji civakê re bidin naskirin dikin mijara polemîkê. Ev yek an ji ber dijmintiya li dijî Îslamê yan jî ji ber cehalet û xefletê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Pêxemberê me nirxa Ummetê ya hevpar e. Nasandin û danhezkirina Wî wezîfa herkesê ye. Bernamreyên wiha bes ya komek an cemaeteke nîne. Ev nêrîn çewt e. Wek Platforma Evîndarên Pêxember, em van helestan rast nabînin û bang li hemî komên Îslamî dikin da ku bernameyên wiha lidar bixin.” (ÎLKHA)  



Bu haberler de ilginizi çekebilir