• DOLAR 32.562
  • EURO 35.021
  • ALTIN 2434.504
  • ...
Gormez: Xebera ku îro derketiye holê îftira ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormez, pirsên TRT Xeber û Serokê Daîreya Weşanên Werzîşê Yaşar Taşkin bersivand. Gormez, dawî li gengeşeyên di derbarê “Heftiya Wîladeta Pîroz” anî.

Serokê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormez, ji manşeta rojênameya Tirkiyeyê ya wek “Wîladeta Pîroz, projeke FETO ye”, “Diyanet, çima hêj xwedî lê êderdikeve” re bertek nîşan da.

Gormez, ji idîayên ku “Heftiya Wîladeta Pîroz projeke FETO ye” wiha bertek nîşan da: “Mimkûn nîne ku mirov vê yekê qebûl bike. Ev yek min û temamê ku berê Serokatiya Karûbarên Diyanetê kirine rencîde kiriye. Lewra ev yek îftira ye.”

Gormez, ji idîayên ku “Heftiya Wîladeta Pîroz projeke FETO ye” re bertek nîşan da û diyar kir ku ev yek nayê qebûlkirin. Dûvre Gormez wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qet têkiliya vê yekê bi saziya ku xerabî li vê civakê kiriye tune. Delîla wan bes ew e ku vê yekê gor xebera ku nivîskarê rojnameyê yê ku niha do girtîgehê de ye nivîsandiye dibêjin. Tê idîakirin ku ev hefte ji teref wan ve haptiye derxistin. Ya xerabtir ew e tê gotin kesên ku vê îxanetê li van însanan kirine ji bo ku însanan bikar bînin vê yekê kirine. Tê gotin ku Diyanetê di derbarê vê yekê de emilandine. Ev yek bi tu tiştê nayê îzahkirin. Mimkûn nîne ku mirov vê yekê qebûl bike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir