• DOLAR 32.546
  • EURO 34.904
  • ALTIN 2426.362
  • ...
'Nûra ku ji Hîrayê Bilind Dibe' ew ê têkeve temamê malan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember Yahya Ograş  diyar kir ew bernameyên Wîladeta Pîroz ên îsal di bin navê ‘ Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhhammed” de tertîp dikin.

Ograş di nirxandina xwe ya ku di derheqê bernameya wîladeta pîroz kir de diyar kir ew her sal bi niyeta hediyê CDyan belav dikirin, lê di van salên dawî de ji dêla CDyên ku tê de di derheqê pêxember de ezgî hebûn de kitêbên ku ji teref komîsyona wan ve di derheqê pêxember de hatine amadekirin belav dikin.

Ograş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew beriya bernameyên Wîladeta Pîroz li çar aliyê Tirkiyê van kitêban belavî temamê malan dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em di vê çarçovê de ji bo têr û tije karibin di meha nîsanê de heyata Hz. Muhammed bijîn û bidin jiyandin hewil didin. Ji ber vê yekê heta ji me tê em hewil didin.”    

 “Bernameya Wîladeta Pîroz a li Diyarbekirê di 30ê Nîsanê de ye”

Ograş di berdewama axavtina xwe de diyar kir belavkirina kitêba bi navê ‘Nûra ku ji Hîrayê Bilind Dibe’ ya ku jê milyonek hatiye çapkirin û tê de qala Hz. Muhammed tê kirin li gelek deran dest pê kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew ê bernameya Wîladeta Pîroz a li Diyarbekirê di 30ê Nîsanê de li Qada Mîtîngê ya Parka Newrozê bê tertîpkirin. Xebatên me bênavber ji bo vê yekê berdewam dikin. Ew ê him ji nava welêt û him jî ji derveyê welêt gelek mêvanên bên bernameyê. Her wiha me camîa û hareketên Îslamî,  û her wiha STKyan vexwand bernamê.”

Ograş did awiya axavtina xwe de diyar kir ew ê li Diyarbekirê di bergeha xebatên Wîladeta Pîroz de nêzî 150 hezar kitênên bi navê ‘Nûra ku ji Hîrayê Bilind Dibe’ bê belavkirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir