• DOLAR 32.322
  • EURO 35.15
  • ALTIN 2292.96
  • ...
Cotkarên ku bi baranên nîsanê kêfxweş bûn li benda rekolteyeke mezin in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Welatiyên ku li Deşta Qoserê bi cotkariyê debara xwe dikin  diyar kirin baranên îsal wanan gelek zêde kêfxweş kirine  û ger tiştek neyînî neqewime dê bi izna Xwedê  ew ê rekolteyeke mezin werbigrin.

Reşat Demîrê 52 salî yê ku li Gundê Kanîspiya Qoserê cotkariyê dike di derbarê mijarê de wiha axivî: “Bi rastî jî barana nîsanê ji bo temamê zadan îlac û bereket e. Hemd ji Xweda re vê demsalê gelek baran bariye.  Hemd ji Xweda re ku heta îro qet hewce nebû em zadan av bidin. Bereket ji Xweda ye. Sala borî me ji donimekê 450-600 kîlo mehsûl werdigirt. Lê îsal em texmîn dikin ku dê ev yek nekeve bin 650î. Lewra heta tu bes baran bariya. Xweda mihafeze bike, ger mişkîleyek dernekeve em li benda reakolteyeke mezin in. Zad seridîne û pir xweşik xuya dikin. Min  nêzî 500 donimî genim çand û niha gelek baş xuya dike. Ê mayî li Xwedê maye, hêviya me ew e. Her tişt di destê Xweda de ye.”

 “Ev 25 sal e ku ez cotkariyê dikim lê min hê nû baran û zadeke wisa baş dît”

Kamuran Çotukê ku li Gundê Qaraquyeya Qoserê cotkarî dikî jî diyar kir barana ku di mehên adar û nîsanê de bariya temamê cotkaran kêfxweş kir û wiha pê de çû: “Ev 25 sal e ku ez cotkariyê dikim lê min hê nû baran û zadeke wisa baş dît. Îsal min nêzî 200 donimî cê çand. Maşallah weke hûn dibînin  cê qet hewce nema ku bê avdan û bi rehmet û bereketa Xweda wisa xweşik bûye. Her sal em ji ber DEAŞê li rasta mişkîleya ceyranê dihatin, encax  weke hûn jî dibînin digel barana ku di meha adar û nîsanê de bariye mehsûl ev qas xweşik bûye. Em li benda rekolteyeke mezin in. Xweda ji qeza û belayan mihafeze bike.  Barana ku bariye me ji mexdûriyeta DEAŞê xilas kir. Hemd ji Xweda re.”

Çotuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi barana ku bariye zad ji gelek nexweşiyan xilas bûne û wiha got: “Em ji dewleta xwe dixwazin bila demildest GAPê xelas bikin. Bi hatina GAPê em ê ji mişkîleya ceyran  û yên mîna wan xilas bikin. Herema Mezopotamyayê axên bi bereket in . Îqtîsada welêt ji ziraetê derbas dibe. Ger zîreata me baş be dê ew qas welêt pêşve biçe.”(ÎLKHA)
 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir