Li Rihayê qezayê trafîkê: 6 mirî 6 birîndar
Di qezaya ku li Bozovaya Rihayê pêk hat de 6 kes jiyana xwe ji dest danû 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin pîqaba bi plaqeya 10 FA 641 dema ku ji Xalfetiyê ji bo girtina çeyîzê ber bi Bozovayê ve diçû li mewqiya Gundê Încîrlîk, şofêr hakîmiyeta dîroksiyon winda kir û qeza kir.
Di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. Ji 8 kesên birîndar ên ku wan bi ambûlansan rakirin nexweşxanê 2 kesên birîndar digel temamê mudaxeleyan jiyana xwe ji dest dan. Tedawiya 6 kesên din berdewam dike.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)