• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Li Mereşê bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mereşê ji terf Îkra-Dera ku endamê Platforma Evîndarên Pêxember e ve li Salona Konferansê ya Mehmet Akîfê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin. Çend kes ji HUDA PARê û gelek STK beşdarî bernamê bûn û xelk jî eleqeyeke mezin nîşan da.

Îlahiyatnas û Nivîskar Mehmet Goktaşê ku wek axavtvan beşdarî bernamê bû diyar kir ‘Alema Îslamê li benda heq û edaletê ye. Ji ber wê yekê em vê taybetiya WÎ tînin zimên, dikin nav xwe û em ji bo ji xelkê re belav bikin hewil bidin.”

Goktaş di berdewama axavtina xwe diyar kir ji bo heq û edalet bê tesîskirin divê Misliman bi hêz bin û dû re wiha pê de çû: “  Ji bo edalet bê tesîskirin hêz lazim e. Divê Misliman  bi hêz bin. Mislimanê bêhêz heta dixwaze bila qelbê wî bi merhemetê tijî be, dixwaze bila di bûyereke biçûk de hêstir ji çavên wî bibarin û dixwaze bila dema ku zarokek ket erdê tehemmul neke dema ku hêz û qeweta wî tunebe  nikare tu tiştî bike. Tiştê ku dê ew ê bike li camî û malan de bikin girî ye.”

 “Dema ku firset têkeve destên bêîmanan  ew ê hewil bide însanan ji xwe re bike evd”

Goktaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema însanên bêîman hêzê dikin destên xwe dibin zalim û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda ji bo ku em adil bin ji me dixwaze ku em biqewet bin. Dema ku hêz dikeve destên însanên bêîman ew dibin zalim. Taybetiya herî mezin a zaliman ev e. Dema ku hêz dikeve destên wan dibin Fîrewn û dema ku firset têkeve destên bêîmanan  ew ê hewil bide însanan ji xwe re bike evd. Taybetiya herî mezin a însanên bi îman jî dema ku qewet û hêz dikeve destên wan  li hember bi edalet muamele dikin. Însanetî edaletê ji hêzdar û dewlemendan hêvî dikin. Lê dema ew tuxyan dikin dinya dikeve vî halî.”

Goktaş di dawiya axavtina xwe de diyar kir Ewrûpa gihaştiye temamê hêz û qewetê  û ji ber bêîmanetiya xwe winda kiriye.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir