DYA dê di bihaya 295,6 milyon dolarî de çek bifiroşe Pêşmerge
Wezareta Karên Derve ya Amerîka destnîşan kir ji Pêşmerge re firotina çekên di bihaya 295,6 milyon dolaran de hatiye qebûlkirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Derve ya Amerîka ve hatiye dayîn de hat diyarkirin ew çek û teqemenî ji bo yekîneyên Topxane û Piyade yên Hêzên Pêşmerge ne û wiha pê de hat çûyîn: “Ew ev yekîneyên topxane û piyade dê di bin Wezareta Pêşmergê de digel hikûmeta navendî bixebitin.”
Hinek çekên ku firotina wan hatine qebûlkirin wisa ne:
4400 heb çekên M16, 46 heb doçka, 186 heb çekên M240b, 36 heb wesayîta eskerî yên Hammer, 17 heb wesayîtên eskerî yên ku berik derbas nakin ên Hammer, 12 heb jeneretorên ku dê ji bo eskeriyê bên bikaranîn, gelek êlekên ku berik derbas nakin û cil û berg, pergela topa hewanê ya taybet, ji seriên çekên kimyewî Pergela Sonarê ya Elektironîk, teçhîzatên SPSyê yên ekerî û CPSyê.”
Ji bilî van hat diyarkirin di nava vê firotinê de wesayîtên bi zirx, ambûlans, tankerên sotemeniyê û gelek envarterên din jî hene.(ÎLKHA)