• DOLAR 32.59
  • EURO 34.854
  • ALTIN 2494.421
  • ...
Musteşarê Berê yê MÎTê ji bo Cem Kuçuk gotibû 'Sîxurê Îsraîlê'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku Rojnamevan Cem Kuçuk ji bo kesên Mavî Marmarayên gotinên nelirê serf kir di serî de hemkarên wî gelek kes ji re bertek nîşan da. Musteşarê Berê yê MÎTê ji bo Cem Kuçuk gotibû 'Sîxurê Îsraîlê'.

Cem Kuçukê ku berşdarî bernameyeke TVyekê bû wiha gotibû “ Di nava AK Partiyê de Îslamîstên radîkal, tîpên manyaq ên mîna Mavî  Marmarayê, kesên ji serî heta binî dijminê îsraîl û Xerbê… kesên ji hemû tiştî re dijmin  û tîpên xerîb û pîrek hene. Divê ev bên cudakirin. Biya min ji vê seatê pê ve dê Tayyîp Beg vê yekê bike.”

Piştî vê gotinê di demeke kurd de li ser medyaya civakî gelek bertek ji vê gotinê re hatin dayîn û kesên ku bertek nîşan dan diyar kirin bila Kuçuk ji ber vê gotinê demildest uzr bixwaze.

Midûrê Qelema Taybet ê Serokwezîrtiyê Abdulkerîm Taş jî ji vê yekê re bertek nîşan da. Taş li ser hesaba xwe ya twîtterê wiha bertek nîşan da: “Behedê ku gotiye ‘dînên Mavî Marmarayê’! Armanca te çiye? Tu ji kî re xizmet dikî?”

Alîkarê Wezîrê Ciwanî û Werzişê yê AK Partiyê Abdurrahîm Boynukalin jî Kuçukê rexne kir. Boynukalin li ser hesaba xwe ya twîtterê fotografê Furkan Doganê ku di Mavî Marmara de ji teref leşkerên Îsraîl ve hat kuştin parve kir û wiha diyar kir: “Em te wek dînan hez dikin.”

Hinek bertekên ku di medyaya civakî de ji vê gotinê re hatin dayîn wiha ne:

Nîhat Nasir: Ez wekê hinek kesan gotina xwe di devê xwe de nahêlim. Kesên ku ji mêrxasên Mavî Marmarayê re dişbêjin manyax ew adî ne. Kesên ku van kesan jî mêr dihesibînin xafil in

Nîhal Bengîsu Karaca: Ji bo embargoya ku li dijî Xezeyê pêk tê kunek were vekirin heke kesên siwarê  #mavîmarmara 'yê bûne dîn û şehîd in... #nemutlumanyakolana

Îsmaîl Kiliçarslan: Ez ji serê xwe ve dijminê Îsraîlê me. Dê ev neguhere û ji vê demê pê ve ez bendewar im ku werin tesfiye kirin. Erz dikim.

Adem OzkOse: Em gazî kesên ku zere misqal ji Mavî Marmarayê hez dikin û hirmetê didin vê yekê dikin da ku ji tetikkêşê bi navê @cemkucuk55 bertek nîşan bidin.

Serkan Ustuner: Xweda şahid e ku dê tu ji bo rûyê mibarek a Furqan him di vê dinyayê de û him jî di dinyaya din de hesab bidî. @cemkucuk55

Esra Elonu: Şehadeta zengînên biîman, doz, teqwa, şeref çena zigurtan diwestîne.

Cemîle Bayraktar: Bila ti kes xemgîn nebe, kesên ku di 15ê Tîrmehê de wextê de di kursiya pişt wesayîtê de derbas kirin ne şehîdên 15ê Tîrmehê û nejî şehîdên Mavî Marmarayê fêm nakin.

Ersîn Çelîk: Îslamiyet û dijberiya Îsraîlê Erbakan da nîşanê me. Ji sala 2002yan jî di pêşîvantiya Erdogan de em vê tetbîq dikin. Noqte! Carek din silav li kesên ku guverteya Mavî Marmarayê bi îzet û şeref dikolan bibe.

Cengîz Er: Ji kesên ku ji şehîdên Mavî Marmarayê re dibêjin manyax ji hesabên FETOyiyan piştgirî ji bo vê yekê tê dayîn. Divê ku baş were lêkolînkirin da ku ev krîpto ye ya ne.

Nevzat Çîçek:Nivîskar û STKyên Îslamî  niha destê xwe daynin ser wîjdana xwe. Heke vê gotinê di şûna Cem Kuçuk de rojnamevanekî CHPyî bigotiba dê we dinyayê xera bikira.

Omer Turan: Daxuyaniya Cem Kuçuk a di derbarê Mavî Marmarayê de wehîm e û nayê qebûlkirin. Ez şermezar dikim. Divê ku Cem bê mirin qirin uzr bixwaze.

Musteşarê Berê yê MÎTê Kaynak ji bo Cem Kuçuk gotibû 'Sîxurê Îsraîlê'

Her wiha twîtterên ku di 3yê Îlona 2015an de ji teref qîza Mahîr Kaynakê Musteşarê Berê yê MÎTê Denîz Ulke Ariboganê ve hatibû dayîn hat bibîranîn. Di twîtterê Musteşarê Berê yê MÎTê Kaynak ji bo Cem Kuçuk gotibû 'Sîxurê Îsraîlê'. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir