Bombeya ku li ber banqê hatibû danîn teqiya
Li Atînaya paytexta Yewnanîstanê bombeya ku li ber banqê hatibû danîn teqiya, di encama teqîna ku pêk hat de xisar pêk hat.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin polêsên ku xeber standin teqemenî li ber banqeya Eurobanqa li ser Kolana Santarozê hatiye danîn çû cihê bûyerê. Ji ber ku teqemenî teqiya banqe û axaviyên derdorê zirar dîtin.
Polês li cihê bûyerê lêkolînên xwe didomîne.(ÎLKHA)