Wesayîta parkkirîteqiya: Birîndarek
Li Nigdê wesayîteke parkkirî teqiya, di encama teqîna ku pêk hat de kesek giran birîndar bû.
Bûyer doh êvarê li Sikaka Hatirogluya Taxa Aladdînê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin kesên bi navê Metîn Ertan dema ku di nav wesayîtê de bi telefonê diaxivî teqîn pêk hat.
Ertanê ku di teqînê de birîndar bû rakirin nexweşxanê. Piştî teqînê gelek polês sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat diyarkirin îxtîmal e ku teqîn ji ber xaza çakmaxan pêk hatibe.
Di derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)