• DOLAR 32.369
  • EURO 34.975
  • ALTIN 2325.427
  • ...
Hat idîakirin ku FETO û DBP pererazandina karsazê asteng kirine
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karsazê Diyarbekirî Şahîn Sevgî idîa kir ku di sala 2015an de tesîsa masiyan a ku dê 60 kesan îstîhdam bikira ji teref alîgirên FETO tên di Zanîngeha Dîcle û şaredariya DBPê ve hatiye astengkirin. Sevgiyê ku diyar kir nêzî 3 milyon TL zirara wî çêbûye  daxwaz kir ku rêvebir alîkariya wî bikin.

Şahîn Sevgî diyar kir ku wî di sala 2015an de tesîsa masiyan di envama îhalê de sitandiye lê ji wê çaxê pê ve ji ber astengiyan wî bi tu şiklê nekariye vê tesîsê veke.

Sevgî idîa kir ku di pêvajoya îhalê de alîgirên FETO yên di Zanîngeha Dîclê de jê re astengî derxistine  û dûvre jî di heyama şerê navçeya Sûrê de ew tesîsa ku pere lê razandiye şeveke ji teref PKKyiyan ve hatiye şewitandin.

Sevgî diyar kir ku wek zanîn kesên di zanîngehê de raporên çewt dane wî û her wiha ciyê ku ji bo tesîsa masiyan înşa kiriye ji ber ku qamyoneke moloz rêtine ser depoya avê ya binê erdê de êdî nehatiye bikaranîn.

Sevgî destlnîşan kir ku qamera û qabloyên ku ji bo şewqdanê li wir bicî kiribû û bihayê wê 100 hezar TL bû hatiye dizîn. Her wiha Sevgî destnîşan kir dema ku Şaredariya navçeya Sûrê ya Diyarbekirê di destê DBPyiyan de bûye tesîs bi kepçeyan hatiye xerakirin.

Sevgî dûvre wiha pê de çû: “Di qeydan de jî sabit e ku bi binasiya ku qaçax e hatiye xerakirin. Ji xwe dema ku me hevdîtin kir şaredarî jî qebûl kir ku çewtî kiriye.”

Sevgî diyar kir ku di sala 2015an de bi isûla îhaleya girtî vê tesîsê qezenc kiriye lê dûvre di encamên qumpasan de îhale ziviriye isûla bazarê. Dûvre Sevgî wiha axivî: “Min îhaleyê sitand. Lê xwezî min nesitandiba. Wek karsazekî Diyarbekirî xwezî min vê pereyê li vir mesref nekiraba. Min heta îro 3 milyon TL pere ji bo vê tesîsê razand. Her tim pirsgirêk derdikevin beriya min. Wek karsazekî ez dixwazim di vê warê de saziyên qamuyê cem xwe bibînim.”

Sevgî diyar kir ku ew dixwaze vê tesîsê bixe fealiyetê. Ji ber vê yekê ji rêvebiran alîkarî xwest. Dûvre Sevgî wiha pê de çû: “2-3 sal e ev tesîsa ku ez hewl didim bixim fealiyetê hêj min ji gel re venekiriye. Ev yek him ji astengiyên burokrasî û him jî kesên terî pêk nehatiye.”

 “100 hezar TLyên wek qamera û amûrên şewqdanê hatin dizîn”

Sevgî wiha pê de çû: “Min li ser navê şîrketa xwe dosyaya xwe xist îhaleyê. Min bi isûla girtî ya îhalê sitand. Dêmek dixwerstin ku vê derê ji hevdû re pêşkêş bikin. Ji teref FETOyiyan ev der hat qundaxkirin. Di heyama çalan de ev der hat şewitandin. Heke mirov îstîhdam ji bo bajareke bike dixwaze ku herkes li cem mirov bibe. Herî dawî me 5 hezar mêtre qablo li vir bicî kir. Ev qablo hatin dizîn. Bes bi vê yekê min 100 hezar TL zirarê dît.”

Sevgî di encama axavtina xwe de xwest bila ku bila ji bû ve li ser vê peymanê were sekinandin. (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir