• DOLAR 32.595
  • EURO 34.826
  • ALTIN 2509.406
  • ...
 "Piştî encamên fermî em ê serokê xwe yê damezrîner vexwînin partiyê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr û Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim di axavtina xwe ya ku di civîna komî ya partiya xwe kir de diyar kir ‘Piştî encamên fermî em ê serokê xwe yê damezrîner vexwînin partiyê û em ê  ji dîtina wî ya di nav me de kêfxweş bibin.’

“Em ê serokê xwe yê damezrîner vexwînin partiyê”

Bînalî Yildirim di berdewama axavtina xwe de ji HUDA PAR, MHP û BBPê re ji ber desteka ku dane wan teşekur kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Spasiya herî mezin ji serokê me giştî yê damezrîner Recep Tayyîp Erdogan re. Serokkomarê me vê guhartina ku dê pêşiya Tirkiyê veke bi israr parast. Ew ji milletê me bawer kir. Digel vê guhartinê ew ê hinek mijar bên sererastkirin. Her wiha piştî encamên fermî em ê serokê xwe yê damezrîner vexwenin partiyê.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir