• DOLAR 32.393
  • EURO 35.067
  • ALTIN 2326.63
  • ...
2 hezar Filîstiniyên di zindanên rejîma siyonîst de dest bi greva birçûbûnê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nêzî 2 hezar Filîstîniyên ku di zindanên Îsraîla rejîma terora siyonîst de wek esîr tên girtin ji bo ku şert û mercên di girtîgehan de çêtir bibin dest bi greva birçûbûnê kirin.

Nêzî 2 hezar Filîstîniyên ku di zindanên Îsraîla rejîma terora siyonîst de wek esîr tên girtin ji ber zexta di girtîgehan de ne doh dest bi greva birçîbûnê kirin. Zindaniyên ku dest bi grevê kirine diyar kirin ku telebên wan ew in ku mafên wan ên bingehîn bidin wan.

Navenda Enformasyona Filîstînê daxwazên zindaniyên ku dest bi grevê kirine wiha da sirê:

1- Bila ji bo ku zindanî bi malbatên xwe re têkevin têkiliyê di hemî girtîgehan de telefon hebe

2- Ziyaret

3- Dosyayên tendirustiyê

4- Bila pîrekên zindanî yên Filîstînî di wextê neqla taybet û ziyaretê de bê asteng bi malbatên xwe re hevdîtin bikin û îhtiyaciyên wan werin temînkirin

5- Neqil

6-Bila qenalên dûvelangê yên ku îhtiyaciya zindaniyan temîn dike li weşanê werin zêdekirin

7- Bila qlîma bidin girtîgehan. Bi taybet girtîgehên Mecdu û Celbu'

8- Bila di her zindanê de ji nû ve aşxane were vekirin û zindanî rêvebiriya vam aşxaneyan bikin

9- Di dema ziyaretê de ji zindaniyan re pirtûk, rojname, cil û berg, xurek û eşyayên taybet tên. Bila ji vê yekê re destûr were dayîn.

10- Bila polîtîkaya cezaya tecrîdî bidawî bibe

11- Bila polîtîkaya cezaya hepsê bidawî bibe

12- Bila ji nû ve destûr ji zindaniyan re were dayîn ku di Zanîngeha Vekirî ya Hebronê de perwerdehî bistînin

13- Bila ji bo têketina ezmûna zanîngehê destûr ji zindaniyan re were dayîn

Greva birçîbûnê di Roja Esîrên Filîstînî de hat destpêkirin

Nayê zanîn ku dê ev greva birçîbûnê ya ku greva herî mezin a di van salên herî dawî de hatine lidarxistin e kengî bidawî bibe. Ji sala 1974an pê ve her sal 17ê Nîsanê wek Roja Esîrên Filîstînî hat îlankirin.

Mehkûmên Filîstînî yên ku wek siyasî xwediyê fikr û ramanên cûdane di 6 girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê kirine. Niha li Îsraîlê nêzî 6 hezar û 500 Flîstînê girtî ne.

Her wiha hat ragihandin ku meqamên siyaonîst di derbarê zindaniyên ku dest greva birçîbûnê kirine de dest bi cezaya disîplînê kiriye. (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir