• DOLAR 32.324
  • EURO 35.105
  • ALTIN 2300.905
  • ...
"Bila di nav Parqa Ataturk de mizgeft were sazkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku li Êlihê li ser Bûlwara Turgut Ozal a Navend ji ber ku pirsgirêka bêmizgeftbûnê nayê çareserkirin gel bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne.

Sînemaya Yilmaz Guney a di nav Parqa Ataturk de bû çend roj berê ji ber ku şewitîbû tê xerakirin. Ji ber vê yekê gelê Êlihê dixwaze ku di şûna sînemayê de bila mizgefteke were sazkirin.

Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahînê ku di derbarê mijarê de daxuyanî da destnîşan kir ku li ser Bûlwara Turgut Ozal a Navend niyazî bi mizgefteke heye.

Şahînê ku diyar kir di nav parqê de îhtiyacî bi mizgefteke heye wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sînemaya Yilmaz Guney a di nav Parqa Ataturk de a li Êlihê ji ber ku şewitîbû hat xerakirin. Parqa Ataturk ji bo hel dereke bêhênvekirî ye. Lê li vir kêmasiyeke heye. Em di çarçova telebên ku ji teref gel ve ji me re hatiye gotin de vê yekê diyar dikin. Li vir îhtiyacî bi mizgefteke heye. Ji bo malbatên ku li wir îstirahet dikin niyazî bi mizgefteke heye.”

“Bila mizgefteke ku dê bersiv bide îhtiyaciyên gel were sazkirin”

Şahîn wiha axivî: “Heta wek pêşniyaz mirov dikare vê yekê ji rêvebiran re bibêje. Qereqola zarokan a li wir mirov dikare xera bike û paqê firehtir bike. Bila mizgefteke ku dê bersiv bide îhtiyaciyên gel were sazkirin. Bi taybet em bang li şaredariya Êlihê dikin. Heke li wir zêde cî negire jî Bila mizgefteke ku dê bersiv bide îhtiyaciyên gel were sazkirin.”

“Ev teleb ji teref gel ve ji me re hatiye gotin”

Şahîn, diyar kir ku vê telebê gel ji wan re ragihandiye û divê ku li ser vê yekê bê sekinîn. Dûvre Şahîn wiha pê de çû: “Di wê hawîrdorê de ciyek dû cî yên ku wek mescîd tên bikaranîn hene. Gel diçe li wir nimêj dike. Lê bi taybet li ser Bûlwara Turgut Ozal a Navend li wê derdorê mizgeft tune. Ji ber vê yekê em pêşniyaz dikin ku di wê parqê de mizgefteke ku dê bersiv bide îhtîyaciya gel were sazkirin. Ev teleb ji teref gel ve ji me re hatiye gotin.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir