Li Myanmarê di Mihrîcana Avê de 258 kes mirin
Li Myanmarê di Mihrîcana Avê ya Thîngyanê ya ku 4 rojan berdewam kir de 258 kes mirin.
Hat ragihandin li Myanmarê Mihrîcana Avê ya Thîngyanê ya ku 4 rojan berdewam kir hat lidarxistin . Di vê mihrîcana ku hat lidarxistin de di 4 rojan de 258 kes mirin. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin mihrîcan li Myanmarê ji ber sersalê tê pîrozkirin û di dema vê mihrîcanê de ji hezar û 200î zêdetir qeza û sûc pêk hatine.
Di mihrîcana sala borî de jî 967 sûc hatibûn kirin û dîsa di mihrîcanê de 272 kes miribûn.(ÎLKHA)