• DOLAR 32.379
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2325.646
  • ...
 "Ger YE sozên ku dabû bi cî neyîne ew ê ji encaman razî be"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokkomartiyê xitabî xelkê kir. Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de di derheqê YE Û AGÎTê de nirxandinan kir.

Erdogan di axavtina xwe de ji rapora ku ji teref AGÎTê ve hatiye amadekirin re bertek nîşan da û wiha got: “Rêxistineke bi navê AGÎTê heye. Niha van kesan li gor xwe raporekê amade dikin, 'Li Tirkiyeyê hilbijartin wiha hat kirin, wiha bû.' Berî her tiştî heddê xwe bizanibin heddê xwe. Em ê wan raporên ku naveroka wan siyasî ne û ji teref we ve hatine amadekirin ne bibînin û ne bibîhizin. Em ê li pêşiya xwe binêrin. Di warê hilbijartinan de nekevin pêşbaziya derxistina tevlîheviyê. Êdî ew dewir çû.”

“Ger YE sozên ku dabû bi cî neyîne ew ê ji encaman razî be”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de ji YEyê re jî bertek nîşan da û wiha axivî: “ Bila êdî YE qerara xwe bide û bila qerara xwe ji me re teblîx bike. Tu dinêrî raportorek li gor xwe raporek dinivîsîne. Ev kes  me 54 salan li ber deriyê Yekîtiya Ewrûpayê dan sekinandin. Em ê rûnên li ser vê mijarê biaxifin, dengdayinek ji bo vê jî bikin. Îngilistanê  Brexît kir, ji Yekîtiya Ewropayê ku yek ji damezrînerên wê ye derdikeve, Norwec jê derket. Ya ku biryarê dide kî ye? Millet. Em ê herin pêşiya milletê xwe, biryara milletê çi be, em ê jî li gor wê biryarê hereket bikin. An ew ê wan sozên ku dabûn Tirkiyeyê bi cî bînin an jî dê ji encamên wê re razî bin.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir