• DOLAR 32.585
  • EURO 34.833
  • ALTIN 2500.5
  • ...
Ewrûpa helwesta xwe bi heman şiklêdidomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Raydayîna referandûma ku di nav xwe de Pergala Hikûmeta Serokkomariyê dihewîne piştî ku wek encam ‘erê` derket li her derê cîhanê û bi taybet li Ewrûpayê deng da. Di pêvajoya xebatên referandûmê de welatên Ewrûpa û lîderên wan ji bo ‘na` bi tehdît û tûndî propaxanda kirin.

Piştî ku dawî li raydayîna referandûmê hat dihat mereqkirin dê DYA û Ewrûpa helwesta xwe ya li dijî Turkiyê çawa bidomînin. Piştî ku referandûm wek ‘erê` bi dawî bû saziyên çapemeniyê yên van welatan bi manşetên rojnameyên ku avêtin nirxandina “Ewrûpa bi heman şiklê rêya xwe didomîne” avêt holê.

Organên çapmeniya Xerba ku bi dinyayê re bazara “demokrasî û azadiyê” dikin û wek navendên derkkirinê tên hesibandin di derheqê referandûma ku ji sedî 86 beşdarbûn çêbû de rexne, tirs û diltirsiya xwe wek manşet di rojnameyên xwe de diyar kirin.

Çapemeniya Xerbê ya ku veqetîna Îngîlîstanê ya ji Yekitiya Ewrûpayê jî bi vê tûndiyê ji rojnameyên xwe re nekiribûn mijar, li dijî Tirkiyeya ku endamê Yekitiya Ewrûpayê nîne îfadeyên tûnd bikar tînin û wekê berê bi heman şiklê rêya xwe didomînin.

Dabaş hinek rojname di derheqê encama referandûma ku li Tirkiyê pêk hat de wiha manşet avêtin:

Kovara The Tîme ya Amerîkan: Dê hêza Erdogan zêdetir bibe û zafera referandûmê dê zêdetir Tirkiyê perçe bike.

Rojnameya The Tîme ya Îngîlîz: Zafera Erdogan li paş Tirkiyeke perçekirî hêşt

Di nûçeyê de wiha hat diyarkirin, “Mixalif, ditirsin ku dê zafera lîdera Tirk, ji bo mîrasa Mustafa Kemal Ataturkê bavê Tirkiyeya Modern zengila mirinê ye”

Martin Chulovê nûçegihanê Rojhilata Navîn ê Îngîlîz The Guardianê: “Fereze zafera Erdogan qethî ye, biryara ku ji teref gel ve di derbarê demokrasiya çewt a Tirkiyê de hatiye dayîn, dê ji bo zilamê ku di sala 1996an de gotibû ‘demokrasî armanc nîne, amûrek e” wek xelat bibe.”

Washîngtonpost: Perçebûna mezin

BBC: Dê mixalif, hêza ku dane Erdogan bigûherînin. Partiya mixalefet a yekem, diyar kir ku dê encamên referandûmê ya ku hêza serokkomarê berfireh dikebigûherînin. Piştî encama referandûmê li Tirkiyê pîrozkirin û protestokirin bihev re dest pê kirin

WSJ (Wall Street Journal): Zafera referandûmê ya Erdogan, Tirkiye û Ewrûpayê enî hemberê hev.

Wekê medyaya Xerbê, rêvebirên welatên Ewrûpayê jî di derheqê encamên referandûmê de axivîn.

Hinek nirxandinên di derheqê encamên referandûmê de:

Yekitiya Ewrûpayê

Serokê Lijneya Ewrûpayê Jean-Claude Juncker, Nûnera Bilind a Polîtîkaya Têkilî û Ewlehiya Derve ya Yekitiya Ewrûpayê Federîca Mogherînî û endamê berpirsyarê lijneya AByê Johannes Hahn wek hevpar wiha daxuyanî dan:

 “Di berheha encamên refrernadûmê ya ku hema hema nêzî hevdû derketine û tetbîqkirina herî berfireh a guhertina makeqanûnê de… Em bangewazî li rêvebirên Tirkiyê dikin dema ku vê guhertinê didin tetbîqkirin ji bo ku mutabaqata neteweyî ya herî berfireh pêk were hewl bidin.”

Raportorê Tirkiyê yê APyê Katî Pîrî, diyar kir heke ev pakêta referandûmê were tetbîqkirin dibe ku mizakereyên beşdarbûna AByê ya Tirkiyê bidawî bibe.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel diyar kir ku hikûmeta Almanyayê di encama qampanyaya referandûma bi zehmet a Tirkiyê de bi her komên Tirkiyê re dîyalogeke bi hirmet bike. (ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir