Dema hilweşîna Pira Çapaxçûrê ji teref kamerayan ve hat qeydkirin
Dema hilweşîna Pira Çapaxçûrê ya ku ji ber lehiya ku rabû zirar dîtibû ji teref kamerayan ve hat qeydkirin.
Hat ragihandin ji ber barana ku ji doh êvarî ve li Çewlîgê dibare li bajêr lehî rabû. Ji ber lehiya ku rabû gelek heywan telef bûn û Pira Çapaxçûrê ya ku li Taxa Duzagacê bi bajêr ve girê dide zirar dît. Pira ku ji ber lehiyê zirar dîtibû hilweşiya.
Hilweşîna Pira Çapaxçûrê ya ku ji ber lehiya ku rabû zirar dîtibû ji teref kamerayan ve hat qeydkirin. Her wiha li gor agahiyên hatine wergirtin ji ber lehiyê li bajêr 90 heywan telef bûn, 25 wesayît zirar dîtin û gelek axurên heywanan xera bûn.(ÎLKHA)