• DOLAR 32.443
  • EURO 35.32
  • ALTIN 2326.446
  • ...
Ji ber lehiyê heywan telef bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Çewlîgê doh di wextên şeveqê baran dest pê kir û heta çêvarî jî berdewam kir. Ji ber barana zêde li bajêr lehî rabû. Ji ber lehiya ku rabû li Taxa Çarşiya Jêrê li nêzî Robara Çepexçûrê bi dehan heywanên di axuran de telef bûn, mal û wesayît zirar dîtin û Pira Çepexçûrê hilweşiya.

“Pez li ber lehiyê re çûn”

Kesê bi navê Xiyasettîn Çîntayê ku ji ber lehiyê heywanên wî telef bûn di derbarê mijarê de wiha axivî: “Doh êvarî lehî rabû. Ji ber lehiyê 39 pezê min û 6 dewarên  gundiyekî min telef bûn.  Ji ber ku dewarên me bi zîncîran girêdayî bûn telef bûn. Pez jî li ber lehiyê re çûn. Av ket jêrzemîna me. Berî niha lehiyeke wisa di sala 1991an de rabûbû. Bexçeya min a fekiyan hebû, darên tê de tev li ber lehiyê re çûn.”

 “Ji ber ku robar baş nehatibû islahkirin lehî rabû”

Çîntay di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku islahkirina robarê baş nehatiye kirin lehî rabûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku li vê derê robarê islah dikirin min hişyarî da fîrmayê. Ji ber ku islahê baş nekirin lehî rabû. Ger guh dabana hişyariyên me dê ev zirar pêk nehatibana.”

Welatiyê bi navê Zekî Çamukayê ku ji lehiyê zirar dîtiye jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Ez ji bo nimêha işayê çûbûm camiyê. Hevalek derket derve û hat got ku lehî rabû. Ez derketim derve dengê heywanan dihat. Min nihêrt ku temamê axurên me hilweşiyane. Min zarokên xwe ji şibakeya malê derxist derve. 6 dewarê min telef bûn. Temamê kadîn û axuran yekser bûbûn. Zirara me mezin e. Em ji rayedaran alîkariyê teleb dikin. Doh êvarî wezîfedar hatin û li rewşê nihêrtin û gotin em ê sibe werin.”(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir