• DOLAR 32.332
  • EURO 35.046
  • ALTIN 2285.146
  • ...
Êlihiyan nêrînên xwe yên di derheqê referandûmê de ji ÎLKHAyê re vegotin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êlihiyên ku di derheqê referandûma 16ê Nîsanê de nêrîn û hestên xwe ji ÎLKHAyê re anîn zimên destnîşan kirin bila referandûm bibe wesîleya xêrê. Di hevpeyvîna ku di derheqê referandûmê hat kirin de welatî qala sedema ku ew ê çima bêjin erê yan jî naxêr kirin.

Di dema hevpeyvîna ku hat kirin de hat dîtin ku wek wan hilbijartinên berê kelecan di nava gel de tuneye û xelk zêde naxwaze ku nêrîna xwe ya di derheqê referandûmê de eşkere bike.

Di hevpeyvîna ku hat kirin de kesên bi navê Feyzî Oztekîn, Fehmî Şanli, Edîp Tekîn, , Adnan Işik, Emîn Onal, Cevher Yavuz, Ferdî Akan, Haci Taş, û Muhammed Ayhan  di derheqê referandûma 16ê Nîsanê de destnîşan kirin ew ê ji bo Tirkiyeke baştir, ji bo welat pêşve biçe,  ji ber bûyera darbeya 15ê Tîrmehê, ji bo Kurdan, ji bo ku Ewrûpa dibêje naxêr, ji bo îstîqbala Mislimanan û ji bo yekîtî û digelheviyê, ji bo hizûr û dahatûyê  di 16ê Nîsanê de bibêjin erê.

Her wiha di hevpeyvîna ku di derheqê referandûmê hat kirin de  kesên bi navê Refîk Yildiz, Kemal Alîkol û Eyup Balci jî destnîşan kirin ji ber ku guhartin li gor berjewendiya memleket e û ji bo  pergela dewleta parlementer neyê guhartin ew ê bibêjin naxêr.(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir