Serkkomar Erdogan: Micadeleya me ya li dijî PKKê mînaka herî xweş a pergala unîter e
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, di weşana hevpar a TGRT Haber, Tvnet û Beyaz Tv de bersiva pirsên di derheqêrojevê da bersivand û di derheqê meseleya pergela unîter de wiha got: "Micadeleya me ya li dijî PKKê mînaka herî xweş a pergala unîter e."
Serkkomar Recep Tayyîp Erdogan doh êvarî beşdarî weşana hevpar a TGRT Haber, Tvnet û Beyaz Tvyê bû û di derheqê nîqaşên pergela eyaletê de nirxandinan kir. Erdogan di nirxandina ku kir de di derheqê pergela eyaletê de wiha got: “Heta îro me derbarê meseleya pergala unîter de qet daxuyaniyek neyînî belav kir? Qet. Di rêveberiya me ya 14 salan de micadeleya me ya ku me li dijî PKKya rêxistina terorê da mînaka herî xweş a pergala unîter e.”(ÎLKHA)