• DOLAR 32.583
  • EURO 34.761
  • ALTIN 2485.907
  • ...
Heyeta HUDA PARê mexdûrên daraza FETO ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamên Vahdet-Dera Semsûrê di sala 2010an de   ji teref daraz û ewlehiya FETO ve bi kumpas û komployan hatin girtin. Ji van endaman Kamîl Demîrel û Îsmaîl Apaydinê ku ‘ceza’ya xwe ya 4 sal û 6 mehan razan re hatin tehliyekirin. Piştî ku  endamên Vahdet-Derê hatin tehliyekirin re Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz û heyeta pê re van kesên ku ji teref FETO ve hatin mexdûrkirin ziyaret kirin.

Piştî ziyareta ku hat kirin Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz diya rkir mexdûriyetên ku daraza FETO jê re bûye sedem hêj berdewam dike û divê mexdûriyet demildest bên çareserkirin.

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew her du birayên xwe yên ku ji teref daraza FETO ve hatine mexdûrkirin ziyaret kirin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev her du birayên me tahliye bûn, lê  birayên me yên ku digel van hatibûn girtin hêj di girtîgehê de ne. Ew jî li benda wê roja ku tahliye bibine.”

Yilmaz diyar kir her çiqas ew vê neheqiya ku hatiye kirin ji hikûmetê re gotibin jî tu tişt nehatine kirin. Yilmaz dû re wiha axivî: “ Ev zilm û neheqî ji hikûmetê re hat gotin, her wiha ji Wezareta Edaletê re jî hat gotin. Lê belê tiştek nehat kirin. Ew dizanin ku li Semsûrê kumpasek hatiye kirin û ew hakim û dozgerên ku ceza dane birayên me ji FETO hatine darizandin û hatine girtin. Lê tiştê ku ji destên wan hat nekirin.”

Yilmaz di dawiya axavtina xwe de diyar kir  hewil hat dayîn ew xebatên legal ên komelê wek neyasayî bên nîşandan û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Berî niha di çapemeniyê de sûcên wan  hatin diyarkirin. Sûcên wan xebatên komelê, tertîpkirina bernameyên wîladetê, alîkarîkirina feqîr û jaran û tiştên wisa. Ev hemû tişt bi komloyan wek fealiyetên rêxistinî hatine nîşandan û ceza dan wan.”(İLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir