• DOLAR 32.501
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2434.039
  • ...
Xwendekara ku wesayîta polêsan lê qelibî birîndar bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Artukluya Mêrdînê xwendekara pola 10 emîn Afşîn Amaka ku hewl dida derbasê aliya din a rê bibe wesayîta polêsan a bi zirx li xwendekareke qelibî. Di encama qelibînê de Amaka ku bi şikleke giran birîndar bû rakirin unîteya lênêrîna giran.

Hat ragihandin ku qeza di derdora saet 09.00an de pêk hatiye. Gor agahiyên hatine bidestxistin xwendekara bi navê Afşîn Amaka xwendekara Lîseya Sinavê ya pola 10 emîn Afşîn Amaka ku hewl dida derbasê aliya din a rê bibe wesayîta polêsan a bi zirx li xwendekareke qelibî.

Hat ragihandin Amaka ku bi şikleke giran birîndar bûye rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û hat destnîşankirin ku piştî midaxaleyên ewil Amakê rakirine unîteya lênêrîna giran.

Xwendekarên ku ji vê rewşê re bertek nîşan dan diyar kirin dema ku ew derbasê aliya din a rê din an jî diçin û tên diltirs in. Lewra ajovan di warê vê yekê de dîqqet nakin.

Edanur Sevînça ku diyar kir dema ku ew derbasê aliya din a rê dibin ditirsin wiha axivî: “Îro hevaleke me dema ku derbasê vê aliyê dibû wesayît lê qelibî. Rewşa wê giran e. Em naxwazin bi şikleke diltirs div ê rêyê de biçin û bên. Em naxwazin ku tu kes ji me bimire an jî birîndar bibe. Em dixwazin ku ji bo vê derê serbihur were çêkirin.”

 “Her roj em bi diltirs diçin û tên”

Hevala Amakê Sila Paltaci wiha axivî: “Îro wesayît li hevala min a ku em di heman polê de ne qelibî. Ji ber ku pêşgirî ji bo vê yekê nehat girtin ev qewimî. Her roj em bi diltirs diçin û tên. Gelo divê ku illa yekî ji me bimire? Em dixwazin ku demildest ji bo vê derê serbihur were çêkirin.”

Mamosteyê Dîrokê Nurullah Kantaş jî destnîşan kir di vê rêbeja ku her roj bi hezaran wesayît derbas dibin ji ber ku serbihur tune ew diltirs in. Kantaş diyar kir ku ew dixwazin bila yan serbihureke were çêkirin an jî rê û qaîdeyên trafîkê werin tetbîqkirin.

Ji rêvebirên dibistanê Serdar Saritop diyar kir ku wan çendîn caran ji bo vê yekê miraceat kirine lê tu kes li ser vê mijarê nesekiniye. Dûvre Saritop wiha diyar kir: “Min çend caran ji ji bo mercîên ku hewce dike re daxwazname şand. Vira dibistan e. 400-500 xwendekar diçin û tên. Wesayîtên ku ji vir derbas dibin dibin sedema xeterê. Me xwest ku ji bo vê yekê pêşgiriyeke were hilgirtin. Lê bes bihura peyayan hat çêkirin. Lê ajovanên li Mêrdînê bihuriya peyayan nas nakin. Divê ku demildest pêşgirî ji bo vê yekê were girtin.” (ÎLKHA) 











Bu haberler de ilginizi çekebilir