• DOLAR 32.576
  • EURO 34.935
  • ALTIN 2431.492
  • ...
 "Ev êrîş bi referandûma 16ê Nîsanê ve pêwendîdar e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Huseyîn Yilmazê Arîkarê Serokê HUDA PARê û heyetek  ji Teşkîlata Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê  esnaf û xelkê ku di êrîşa bombeyî ya ku li Baglara Diyarbekirê hatibû kirin de zirar dîtibûn ziyaret kirin. Heyet mişkîle û daxwazên esnaf û xelkê guhdar kir.

Piştî ziyareta ku hat kirin re Huseyîn Yilmaz ji endamên çapemeniyê re daxuyanî da. Yilmaz di daxuyaniya ku da de diyar kir ev êrîş bi referandûma 16ê Nîsanê ve pêwendîdar e.

Yilmaz di berdewama axavtina xwe  de diyar kir heqê tu kesî tune ye ku hizûra xelkê xerab bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku li çala ku vebûye û tahrîbata li derdorê tê nihêrtin dê bê dîtin ku teqîneke mezin pêk hatiye. Hindikbûna mirina dibe ku teselliya vê yekê be. Îhtîmal bû ku zêdetir mirin çêbibin, lê hemd ji Xweda re ku zêdetir kes nemirin. Her wiha esanfên me bi birînên sivik birîndar bûn. Divê ev yek neyê jibîrkirin ji van bombekirinan tenê xelkê Kurd, esnafê Kurd zirarê dibîne. Divê ev yek bê zanîn û li gor wê gav bên avêtin. Heqê tu kesî tuneye ku hizrûê xelkê me zirab bikin.”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê mexdûriyeta xelkê me çarserkirin û bila xelk danûstandina xwe ji ba van esnafên ku di teqînê de zirar dîtine bikin da ku feydeya wan bigihîje wan esnafan. Yilmaz her wiha diyar kir  ev êrîş bi referandûma 16ê Nîsanê ve pêwendîdar e.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir