• DOLAR 32.577
  • EURO 34.929
  • ALTIN 2429.852
  • ...
Malbata ehlê Sûrî ji bo zarokên xwe yên astengdar bendewarê alîkariyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Alî ya ku li Helebê dijiya lê 3 sal berê ji ber şerê Sûrî ya navxweyî 4ê wê astengdar bi tevahî bi 9 zarokên xwe ve hatiye li Bajarê Entabê sitiriye bendewarê alîkariyê ye.

Malbata Alî ya ku di nav tuneyê de hewl dide ku li Entabê 4ê wê astengdar bi tevahî bi 9 zarokên xwe xwe ve xwe li jiyanê bigire bendewar e ku rêvebir alîkariya wê bikin.

Hevserên Nurî Alî (43) û Hamîde Alî (40), bi zarokên xwe yên Emîne (23), Farîs (9), Ahmet (7) û Safa (6) yên astengdar û 5 zarokên din hatine li navçeya Şahînbeya Entabê dijîn ji ber rewşa wan a aboriyê ya xerab rojên xwe bi zehmet derbas dikin.

Nurî Aliyê ku di marketeke de dijî wiha diyar kir: “Kirêya mala me 300 TL. Ceyran, av û îhtiyaciya malê. Êdî tişteke namîne. Em hewl didin bijîn.”

Alî diyar kir roj bi roj zarokên wî mezin dibin û bi vê yekê re jî nexweşiyên wan zêde dibin. Dûvre Alî wiha pê de çû: “Zarokên min dema ku dibin 6 salî nexweşiya wan dest pê dike. Dema ku ew ber bi mezinbûnê ve diçin nexweşiya wan giran dibe û dûvre felç dibin. Em li Sûrî çendîn caran çûn nexweşxaneyê. Ji me re gotin nexweşiya wan felca mejiyê ye. Qîza min a herî mezin 23 salî ye. Qîza min a din a biçûk 6 salî ye. Lawikên min ên nexweş yekî 9 ê din jî 7 salî ye.”

“Bi zehçmet e lê divê mirov ji Xweda re hemd bike”

Alî diyar kir ku zarokên wî nikarin îhtiyaciya xwe bi xwe temîn bikin. Dûvre Alî wiha pê de çû: “Ez heta sax bibim mecbûr im ku li zarokên xwe mêze bikim. Lewra ez bavê wan im. Heta ez bikarim dê li wan mêze bikim. Bi zehmet e lê divê ku mirov ji Xweda re hemd bike. Em nikarin tişteke din bikin.”

Alî ji bo ku îhtiyaciyên malbata wî yên wekê kirê, ceyran, av û yên din werin temînkirin ji xêrxwazan alîkarî xwest. Dûvre Alî wiha ragihand: “Heke alîkarî li me were kirin dê em kêfxweş bibin. Ez dixwazim ku berê zarokên min werin tedawîkirin. Em dixwazin ku di derbarê vê yekê de alîkariya me bikin.”

Dê Hamîde Alî diyar kir ku ew ji bo xwe bi xwe tu tişteke teleb nake. Daxwaziya wê bes ew e ku zarokên wê bi şikleke çêtir bijîn.

Emîne û Farîs ên ku bi zehmetî diaxîvin jî destnîşan kirin ku ew ji dixwazin wekê hevalên xwe di kolanan de birevin û bilîzin û biçin dibistanê. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir