• DOLAR 32.542
  • EURO 34.913
  • ALTIN 2423.738
  • ...
Ji Yetîm-Derê alîkariya goştê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleya Piştgirî û Alîkariya ji Êtîm Sêwî û Mexdûran re (Yetîm-Der) bi minasebeta destpêkirina 3 mehan dê ji malbatên êtîm, sêwî û malbatên ehlê Sûrî re alîkariya goştê bike.

Ji rêvebirên Lijneya Rêvebiriya Yetîm-Derê Faysal Yildiz, di derbarê mijarê de daxuyanî da. Yildiz destnîşan kir wek Yetîm-Der wan wekaleta 16 qurbanan hilgirtiye ser xwe û wan qurbanan şerjî kirine. Dê goştên wan jî belavê herî kêm 150 malbatên êtîm, sêwî û feqîr bikin.

Yildizê ku diyar kir wan bi minasebeta despêka 3 mehan vê yekê kirine wiha diyar kir: “Me bi minasebeta 3 mehan wekaleta 16 qurbanên ku ji teref xêrxwazan ve ji bo êtîm, sêwiyan hatibûn bexşandin şerjî kir. Em bendewar in ku div an 3 mehan de alîkarî ji êtîman re were kirin.”

Yildiz, diyar kir ku dê ew ji 150 malbatan re ji her malbatê re 2 kîlo goşt belav bikin. Dûvre Yildiz wiha pê de çû: “Bi taybet dê li Diyarbekirê li herêma ku feqîr û êtîm dijîn goştê qurbanê were belavkirin. Ji xeynê vê yekê dê li êtîm û sêwiyên din goşt were belavkirin. Dê li Sûr, Baglar, Yenîşehîr û Kayapinarê were belavkirin.”

Yildizê ku destnîşan kir divê ku gel di vê warê de xwedî hesas bibe wiha pê de çû: “Penaberên ehlê Sûrî, wek mihacir ji ber musîbeta li welatê xwe hatin vira. Divê em jî wek Ensaran çi ji destê me em bikin. Xêrxwaz di derbarê vê yekê de xwedî hesas in. Lê kafî nîne. (ÎLKHA) 























Bu haberler de ilginizi çekebilir