• DOLAR 32.501
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2430.519
  • ...
Digel xanima xwe li rasta êrîşa nîjadperest hat
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Melîh Y.yê ku li bajêra Augsburga eyaleta Bavyera Almanyayê dijî di wan rojên borî de  ew û xamina xwe li rasta êrîşa nîjadperest hatin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Melîh Y. û xanima wî  di febrîqê de dixebitîn û piştî mesaîyê kirine li wesayîta xwe siwar bibin. Lê dema ku kirin siwar bibin kesekî ku navê wî nayê zanîn derket pêşiya wan û xamina wî tacîz kir. Melîh Y.yê ku rewşê dît ji wesayîtê peya bû û xwest mudaxeleyî rewşê bike. Kesê êrîşkar heqaretên mîna ‘Ji welatê me biqewirin’  ji Melîhî kir û digel kuçikê xwe êrîşî wî kirin.

Ji ber gezên kuçik Melîh birîndar bû. Melîhê ku bi gezên kuçik birîndar bû bi ambûlansê rakirin nexweşxanê û niha tê tedawîkirin.Hat hînbûn ji bilî birînên ku ji ber gezkirina kuçik hene her wiha di êrîşê de pozê Melîhî jî şikestiye.

Meîlh Y.yê ku li rasta êrîşa nîjadperest hat di derbarê mijarê de wiha axivî: “Piştî ku kaar qediya re min û xanima xwe em diçûn li wesayîta xwe siwar bibin.Seat dihat 21.30an. Xanima min li wesayîta xwe ez jî li wesayîta xwe siwar bûm. Hema ji nişka ve kesekî ku kuçik pê re hebû derket pêşiya xanima min û zextan lê dikir da ku deriyê wesayîtê vebike û heqaretan lê dikir. Dema ku min rewşê deît min xwest ku mudaxeleyî wî bikim. Lê hêj min tu tişt ne gotibû ku kuçikê xwe berda ser min. Dema ku ez bi kuçik dilebikîm wî jî ber re kurman li min dida. Dema ku ez ketim erdê ev şexs derket ser min. Kuçik ji paqê min gez dikir. Wî ji kuçikê xwe re got ji qirika wî gez bike. Lê kuçik biya wî nekir. Ger ku gez kiribana ez dê ne li vir bana. Dû re min dît ku patronê wî şexsî hat. Êrîşkar dema ku dît patron hat hema xwe û kuçikê xwe ji ser min vekişand.”

 “Bi eşkere ji bo kuştinê ev êrîş hat kirin”

Melîh di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev êrîş êrîşeke nîjadperest e û Mislimanên ku li Ewrûpayê dijîn gelek caran li rasta êrîşên wisa tên . Melîh dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Êrîşkar ji min re digot ‘Tirkên pîs!Biqewirin ji vê derê biçin.’ Xanima min hat tacîzkirin, êrîşkar gefan li me dixwar. Dû re me xeber da polês û ambûlansê. Ekîba tenduristiyê tedawiya ewil kir, dema ku ez di ambûlansê de bûm min dikir bêhiş bikebvim. Ez li xestê du caran ameliyat bûm. Xweda kir ku xanima min li ba min bû, nexwe ew ê rewş xirabtir bûbana. Bi eşkere ji bo kuştinê ev êrîş hat kirin.”

Melîh di dawiya axavtina xwe de diyar kir bila hemû kes bibîne ku em li Awrûpayê çi dikşînin.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir