• DOLAR 32.583
  • EURO 34.827
  • ALTIN 2501.793
  • ...
Li Londrayê Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Koordînatortiya Ewrûpayê ya Platforma Evîndarên Pêxember û Vakfa Saîd Nûrsî ve li Londraya payîtextê Îngîlîstanê bi temaya ‘Pêxemberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (as)’ bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.

Li herêma Edmêntona Londrayê bi temaya ‘Pêxemberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (as)’ bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin. Gelek kes beşdarê bernamê bû.

Ji rêvebirên Vakfa Saîd Nûrsî Tayyîp Demîr diyar kir ku Platforma Evîndarên Pêxember li Ewrûpayê herî kêm 30 bername lidar xistiye û ji kesên ku ji bo vê yekê xebitîne re teşekur kir.

Yahya Yilmazê endamê Îttîhadu’l Ulema yê ku wek gotarvan beşdarê bernamê bû di bergeha temaya ‘Pêxemberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (as)’ de axivî.

Yilmaz, wiha axivî: “Îsal bi minasebeta Wîladeta Pîroz me mijarê bi temaya ‘Pêxemberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (as)’ diyar kir. Temaya bernameyên me rîsalet û edalet e. Em nikarin di nîv saetan de qala vê temayê bikin. Lewra edalet mijareke pirr berfireh e.”

Yilmazê ku diyar kir ku HZ Muhammed di civakê de geq û edaletê tesîs kiriye. Yimazê ku hedîsa Hz Muhammed a ‘Kesê ku cîranên wî birçî bibe ew têr razê ji me nîne’ anî bibîranîn wiha diyar kir: “Hz Muhammed zekat, qurban û muessesa wê saz kir. Ji xeynê vê sedeqê di civakê de belav kir. Bes ji bo ku însan birçî nemînin. Lewra edalet wiha ye. Heke birçî bihêlî û bimînî birçî; însanên birçî her tiştê dike.  Însanên têr di dîrokê de her tim medeniyet saz kirine. Xweda dema ku ji me re Pêxemberê bi edalet şand di wê heyamê de atmosfereke wiha hebû.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir