• DOLAR 32.568
  • EURO 34.73
  • ALTIN 2413.463
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê li Trabzonê di derheqê rojevê de nirxandin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Trabzonê bi çapemenî û nûnerên STKyan re hat cemhev. Yapicioglu dûvre wiha diyar kir: “Maqeqanûna mewcûd gor gelê me nîne ev wekê îşlikê ku bi zorî li dîneke hatiye lêkirin e. Înşaellah dê gelê me di 16ê Nîsanê de vê îşlikê biguherîne. Em temenî dikin ku ev yek ji makeqanûneke nû re bibe deriyeke nû.”

Yapiciogluyê ku li Trabzonê bi bi çapemenî û nûnerên STKyan re hat cemhev di derheqê referandûma dê di 16ê Nîsanê pêk were, geşedanên li Sûrî û qetlîamên tên kirin û têkiliyên bi Yekitiya Ewrûpayê re de daxuyanî da.

Yapicioglu diyar kir ku wan wek dawt ji dabana xwe re gotine di referandûmê de wek ‘erê’ ray bidin û ew ji ber ku vê makeqanûnê wek makeqanûna cuntaya leşkerî ya 12ê Îlonê dibînin dê ew bibêjin ‘erê’.

“Bêrkişandina li dijî şîpê encamek bidest naxe”

Yapicioglu diyar kir ku ji ber saziyên wesayetê îktîdarênbêhêz welatê birê ve dibin. Dûvre Yapicioglu wiha pê de çû: “Li welêt qedexeya hîcabê hebû. Ji bo ku ev qedexe were rakirin hewlêdan hatk kirin û wek manşet wiha hat diyarkirin; ‘411 dest qaosê dike’ hat avêtin. Lê îro hindik jî bibe ji bo ku bandora vê yekê were rakirin firsetek derket. Bêrkişandina li dijî şîpê encamek bidest naxe. Netîce dê gor gotina gel bibe.”

Yapicioglu wiha pê de çû: “Maqeqanûna mewcûd gor gelê me nîne ev wekê îşlikê ku bi zorî li dîneke hatiye lêkirin e. Înşaellah dê gelê me di 16ê Nîsanê de vê îşlikê biguherîne. Em temenî dikin ku ev yek ji makeqanûneke nû re bibe deriyeke nû. Di gel vê yekê em dibêjin divê ku makeqanûna nû mehelî bibe û gor bawerî, orf, dîrok û kevneşopa wê were amadekirin.”

Yapicioglu diyar kir ku beriya referandûmê sikûnet heye û di siyasetê de bendbendîbûn gihaye asta herî bilind. Dûvre Yapicioglu wiha diyar kir: “Ji sandûqê ‘erê’ jî derkeve ‘na’ jî derkeve dê di 17ê Nîsanê de em bihev re bijîn.”

“Mixabin Ummet dereng ma, birîn kûr bû û pirr xwîn herikî”

Yapicioglu, diyar kir ku divê Ummet firset nede Amerîka û Rusya û pirsgirêka xwe di nav xwe de hel bike. Dûvre Yapicioglu wiha axivî: “Mixabin Ummet dereng ma. Birîn kûr bû û pirr xwîn herikî. Di vê şerê de bes emperyalîst û tacirên çekan qezenc kirin. Li çar terefên dinyayê bi taybet jî li erdnîgara Îslamê xwîna Mislimanan herikî. Yên ku vê xwînê herikandin emperyalîst û rêvebirên kukla yên welatên herêmê ne.”

“Xweda me bira hesiband lê me biratiya xwe ji bîr kir”

Yapicioglu wiha pê de çû: “Wek Misliman heke em bînin bîra xwe da ku em bira ne û emperyalîstan wek hamiyên xwe nebînin û bi nezera rehmetê li hevdû mêze bikin ez bawer im ku digel hemî çewtiyan dê em bikarin birînên xwe bipêçin. Xweda me bira hesiband lê me biratiya xwe ji bîr kir.”

“Ewrûpa hemî nirxên xwe yên însanî ji dest da”

Yapicioglu, di derheqê axavtina Serokkomar Erdogan a di warê îhtîmala ku dibe ku ji bo serîlêdana endambûna ji Yekitiya Ewrûpayê re referandûm pêk were de axivî. Yapicioglu wiha destnîşan kir: “Gor me Ewrûpa dest bi hilweşînê kiriye. Lewra êdî tu tişteke nemaye ku bide mirovahiyê. Ewrûpa hemî nirxên xwe yên însanî ji dest da. Ewrûpa mafên însanan, azadî û hiriyeta xwe ji dest da. Ewrûpayeke wiha nikare tu tişteke bide me.”

“Divê hûn di derbarê parastina malbatê de gavên cidî bavêjin”

Yapicioglu, desnîşan kir ku saziya malbatê ya Ewrûpayê ji holê rabûye û mimkûn nîne ku zêde hebûna xwe bidomîne. Dûvre Yapicioglu wiha diyar kir: “Malbat ji holê rabûye. Jimara zarokên ku bê zewac hatine dinê zêde bûye. Em jî di derbarê vê yekê de bangewazî li rêvebirên welat dikin. Divê hûn di derbarê parastina malbatê de gavên cidî bavêjin. Dev ji serûvena Yekitiya Ewrûpayê berdin.”

Yapicioglu herî dawî di derbarê Qanûna Parastina Malbatê de axivî. Yapicioglu destnîşankir ku qanûna bi navê Qanûna Parastina Malbatê ya ku çend sal berê li Tirkiyê hatiye derxistin malbatê naparêze. Bervajî ev qanûn malbatan ji holê radike. (ÎLKHA) 













Bu haberler de ilginizi çekebilir