Hejmera kesên ku di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan bû 3
Di êrîşa bombeyî ya ku doh li Midûrtiya Şubeya Qeweta Çevîk a Diyarbekirê hat kirin de polêsekî ku giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
Her weke ku tê zanîn doh di derdora seat 10.45an de teqînek pêk hatibû. Di derheqê teqîna ku pêk hatibû de hatibû diyarkirin ku teqîn di dema tamîrê de pêk hatiye. Lê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu îro di daxuyaniya ku belav kir de diyar kir ku di tunela hatiye vedan de bombe hatiye bicîkirin û hatiye teqandin.
Di vê êrîşa bombeyî ya ku hat kirin de hejmera kesên birîndar derkete 3an.(ÎLKHA)