• DOLAR 32.35
  • EURO 35.137
  • ALTIN 2311.131
  • ...
Karkerê ku ji 2 teqînên jihev cûda wek sax xelasbûye ji ÎLKHAyê re axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Murat Guzelê karkerê ÎŞKURê yê ku li navçeya Baglara Diyarbekirê di teqîna ku li Midûrtiya Şaxa Quweta Çevîk de wek birîndar ji teqînê xelas bû ji ÎLKHAyê re qala serpêhatiyên xwe kir.

Guzelê ku ji şerê navçeya Sûrê koçê navçeya Yenîşehîrê kiriye û piştî vê yekê wek karkerê ÎŞKURê li Midûrtiya Şaxa Quweta Çevîkê a Diyarbekirê de dixebitiya bi vê teqînê re ev bû 2 car ku ji êrîşên bobmbeyî wek sax xelas bûye. Guzel, hevalê xwe yê ku pê re dixebitiya ji dest da.

Guzelê ku di teqînê de ji mil û lingê xwe birîndar bûye destnîşan kir ji ber ku di wextê teqînê de serwîsa çay dikir ji teqînê xelas bûye.

Guzel wiha pê de çû: “Ez mexdûrê Sûrê me. Wek karkerê ÎŞKURê di Dibistana Polêsan de wek çayger dixebitim. Di 4ê Mijdara sala 2016an de li wir teqîn çêbû. Wê çaxê min çay belav dikir. Di wê teqînê de jî hevalekî min şehîd bû. Dîsa teqîn çêbû. Ez di vê teqînê de jî wek birîndar xelas bûm. Min beriya teqînê paqijî kir û çay dem kir. Piştî ku îşê min qediya dê min serwîsa çay bikira. Teqîn çêbû.”

“Ev bû dû car ku ez hevalê bi min re dixebite ji dest didim”

Guzel diyar kir ku di teqînê de perçeyên şarepnelê îsabatê mil û lingê wî kiriye. Dûvre Guzel wiha pê de çû: “Niha lingê min pir dêşê. Ez nikarim hereket bikim. Wextê teqînê em pirr şaş bûn. Me nezanî da çi bikin. Hemî dîwar hilweşiyan ser serê me. Hevalên me yên ku birîndar bibûn hebû. Me midaxale kir. Heta me hevalê min ê jiyana xwe ji dest dabû Yunus Elaltunterî danî nav ambulansê. Min bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Ez li nexweşxanê hîn bûm ku hevalê min şehîd bûye.”

Guzelê ku diyar kir ew mexdûrê Sûrê ye û dê eqda karê wî xelas bibe wiha diyar kir: “Li Sûrê li ber mala me xendeq vedabûn û mayîn bicî kiribûn. Dema bû sibe ez û birayê min em pê hesiyan ku li ber malê mayîn hatiye bicîkirin. Me bavê xwe jî hilgirt û wira terk kir. Piştî ku em ji wir derketin di demeke kurt de ew mayîn teqiyan. Mala me ser û bin bû. Dê di 28ê Nîsanê de karê min bidawî bibe. Ez nizanim çi bikim.”

Bav Mahmut Guzelê nexweş jî daxwaz kir ku karekî bidin lawê wî yê ku dê karê wî di 28ê Nîsanê de bidawî bibe. Guzel wiha axivî: “Em ji ber şerê ji Sûrê derketin. Mala min tu tişteke min nema. Niha em di kirê de ne. Lawê min 6 meh berê wek birîndar ji teqînê xelas bû. Wê çaxê jî hevalekî wî wefat kir. Niha jî. Ez hêvîdar im ku dewlet alîkariya me bike.”

Heybet Guzelê kekê Murat Guzel jî wiha destnîşan kir: “Dema ku me bûyerê bihîst me bi telefonê lê geriya. Nehêştin ku ez têkevim hindir. Diyar kirin ku wî şandine nexweşxanê. Em çûn nexweşxanê. Ev cara duyemîn e ku Xweda birayê min diparêze.”  (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir