• DOLAR 32.44
  • EURO 35.43
  • ALTIN 2330.66
  • ...
"Li kû derê îhaleke hebe wekîlên me û xizmên wan li wir in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rojnamevan-Nivîskar Tuna Oztunçê ku di panela ku Wezîrê Kevin ê YEyê Egemen Bagiş beşdar bibû de axivî destnîşan kir ku parlementerên Diyarbekirê bi pirsgirêkên gel re eleqedar nabin û li pey îhaleyan in. Piştî ku Cîhan Ensarîogluyê birayê Galîp Ensarîoglu ji vê idîayê re bertek nîşan da di salonê de gengeşe derket.

Tuna Oztunçê ku di panelê de axivî destnîşan kir ji bo ku olîgarşiya burokratîk ji holê rabe divê ku ‘Pergala Komariyê’ were tetbîqkirin û dê di vê sîstemê de parlementer wezîfeyên xwe yên eslî pêk bînin.

“Herêm qasê ku ji siyasetmedaran dikêşe ji tu kesî nekişandiye”

Oztunç, destnîşan kir ku bêbextiya herî mezin a herêmê parlementerên herêmê ne. Dûvre Oztunç wiha axivî: “Bêbextiya herî mezin a herêmê parlementerên herêmê ne. Herêm qasê ku ji siyasetmedaran dikêşe ji tu kesî nekişandiye. Ez dizanim ew çi dikin. Wan hemî qadroyên dewletê dagirtin. Li kû derê dehsîsat û îhaleke hebe; wekîlên me û xizmên wan li wir in. Ez têm Diyarbekir. Parlementerê min ê Stenbolê li vir e. Lê parlementerê min ê Diyarbekirê tune. Di holê de tune.

Dema ku ‘Pergala Komariyê’ were tetbîqkirin û dê di vê sîstemê de parlementer wezîfeyên xwe yên eslî pêk bînin. Wezîfeya eslî çiye? Wezîfeya eslî ew e ku bi pirsgirêkên we re eleqeder bibin. Dê êdî li deriya wan neyê xistin û dê bi zorî tu karê nekin. Ez eşkere vê yekê dibêjim; dê parlementer, parlementeriya xwe û wezîr jî wezîrtiya xwe bike.”

Piştî axavtina Oztunç Wezîrê Kevin ê YEyê Egemen Bagiş, diyar kir ku ji ber kar û bernameyên zêde parlementer nekariye beşdarê bernamê bibe.

Bagiş, di axavtina xwe de wiha diyar kir: “Heke ez bersiveke berfireh bidim Cenabê Tuna, bernameya televîzîyonê heye, min xelas dike. Parlementerê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu, li vir nîne. Divê ez mafê wî biparêzim. Ji ber ku parlementerê Diyarbekirê kesek e dê kîjan karê bike.”

Piştî axavtinê Cîhan Ensarîogluyê birayê Galîp Ensarîoglu yê parlementerê Diyarbekirê ji Tuna re got ‘tu bi vê yekê kî qest dikî’ di nabeyna wan de gengeşe derket.

Oztunçê ku hêj ji platformê nehatibû jêr wiha destnîşan kir: “Ez dizanim kî qest dikim. Kesên ku nivîsa min bixwînin dizanin min qala kî kiriye. Dûvre Ensarîoglu wiha axivî: “Em dixebitin, di bin tehdîtê de ne. Xebata PKKê heye. Em di nav xeterê de dixebitin.” (ÎLKHA) 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir