• DOLAR 32.515
  • EURO 34.969
  • ALTIN 2435.047
  • ...
Hûrgiliyên teqîna li Diyarbekirê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li 450emîn Sikaka Taxa Mewlana Xalid a Baglara Diyarbekirê di Şubeya Quweta Çewîkê ya Midûrtiya Ewlehiya Diyarbekirê de di derdora seat 10.47an de di dema tamîrê de teqîn pêk hat. Di teqîna ku pêk hat de  kesek jiyana xwe ji dest da  û 4 jê giran tev de 60 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin teqîn di dema tamîrê de pêk hatiye û ji ber ku xetên xaza sirûştî tesîrdar bûne şideta teqînê zêdetir bûye.

Piştî teqîna ku pêk hat re gelek ambûlans, îtfaye û ekîbên UMKEyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Ji ber tesîra teqînê di avahiya Lêniherînê ya Qeweta Çewîk de hilweşîn çêbû û ekîbên rizkarkirinê dest bi xebatên rakirina enqazê kirin.

Wezîrê Karên Derve Suleyman Soylu di daxuyaniya ku da de destnîşan kir di teqînê de kesek giran birîndar bûye û kesek jî di bin enqazê de maye.

Walîtiya Diyarbekirê jî di daxuyaniya ku da de destnîşan kir di teqînê de personelekî/ê siwîl jiyana xwe ji dest daye û ew ê di derbarê teqînê de daxuyaniyeke berfirehtir dû re bê dayîn.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di derbarê teqînê de li walî geriya û di derheqê teqînê de agahî wergirt.

Navên kesên ku di teqînê de birîndar bûne wisa ye:

Ferhat Şafak (19), Zekî Aydenîz(57), Kadîr Gultekîn(24) Zîya Sariskaloglu (polîs), Elîf Bîçîmlî(25), Bayram Daşan, Mehmet Sizgîn(22), Mehmet Emrullah Kaya (polês), A Samet Guzel (36), Olcay Terîm, Gokhan Duman (37) Abdurrahman Namli (38), Ferhat Ozdemîr (39), Hakan Urey, Ekrem Beyhan, Cemîle Dogru (22), Azîz Ezer (23), Abdullah Yanik(24), Musa Serîm (25), Erdal Bulut ( Polîs-26), Kadîr Biyik (polîs-28), Serdar Çeker, Mehmet Saît Çetîner (30), Mîraç Şayan (31), Eymen Tanîn, (Bebek), Mehmet Huseyîn,  Hedîye Burak (43), Cevdet Yeşîl (20), Murat Karakoyun (38), Fatma Refelî, Mehdî Ozer, Nîmet Bîçîmlî (64), Sayfa Kurt (47), Zekîye Yilmaz (67), Hayrî Balta (56), Gullu Onat (41), Cemal Yalçin (62), Berîvan Yakut (15).(ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir