• DOLAR 32.331
  • EURO 35.081
  • ALTIN 2295.889
  • ...
SON DAKİKA
Desteka cotkarên mexdûr di bergeha "micadeleya bi terorê" de hat qûtkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Farqîna Diyarbekirê piştgiriya ku ji cotkaran re dihat dayîn bi idîaya ku endamê rêxistinê ne di bergeha “micadeleya bi terorê” de hat qûtkirin. Cotkarên ku diyar kirin ew him mexdûrê FETO û him jî yên PKKê ne xwestin ku ev yek bila were sererastkirin.

Cotkarên ku ji ber piştgiriya ji cotkaran re ya ji teref wezîrtiyê ve dihat dayîn di bergeha “micadeleya bi teroran re” de hat qûtkirin bertek nîşan dan û xwestin bila demildest ev yek were sererastkirin.

Ji cotkaran Yilmaz Orukê ku piştkiriya lê dihat kirin hatiye qûtkirin diyar kir ku însanên dîndar wek teror tên nîşandan û piştgiriya ku ji wan re dihat dayîn di bergeha “micadeleya bi teroran re” de tê qûtkirin.

Oruk, diyar kir ku muemeleyên wekê heyama 28ê Sibatê hêj didome û alîkariya ku wek hibûbat, mazot, golik û çêlek her sal dihat kirin îsal nehatiye kirin. Dûvre Oruk wiha diyar kir: “Her sal di 31ê Kanûnê de alîkarî li me dihat kirin. Lê ev piştgirî îsal nehatiye kirin. Me sedemên wê yekê lêkolîn kir. cotkaran diyar kirin ku vê yekê Walîtiya Diyarbekirê kiriye. Sedema wê ew e ku di heyama 28ê Sibatê de di derheqê însanên mutedeyyîn de lêpirsîn hatiye vekirin e.”

“Ev kes di heyama 28ê Sibatê de bi zorî wan avêtine girtîgehê û di derheqê wan de lêpirsîn hatiye vekirin”

Oruk, diyar kir ku fikra wan ew bû dê di pêvajoya vê hikûmetê de ev neheqî ji holê rabûna. Lê hêj walî û wezîfedarên ewlehiyê vê yekê dikin. Dûvre Oruk wiha diyar kir: “Bila me mexdûr nekin. Em dixwazin ku beriya hilbijartinê ev mexdûriyet werin çareserkirin. Her kes mexdûr in. Hevalekî 80 salî jî destekê nastîne. Ev kes di heyama 28ê Sibatê de bi zorî wan avêtine girtîgehê û di derheqê wan de lêpirsîn hatiye vekirin.”

Oruk wiha pê de çû: “Me serî li Midûrtiya Xurek Çandinî û Heywandariyê ya li navçeya Farqînê kir. Dûvre jî me miraceatê Midûrtiya Bajêr a Heywandariyê kir. Ji me re gotin ev yek ji teref walîtiyê ve hatiye kirin. Ev 3 meh e em hêj bendewar in.”

“Li Tirkiyê herî zêde em bûne mexdûrên terorê”

Mahmut Kantar, diyar kir ku ew jî ji mexdûrên terorê ye û vê mexdûriyetê bixwe wek mektûb ji Wezîrê Karûbarên Hindir Suleyman Soylu re ragihandiye.

Kantar wiha diyar kir: “Wek malbat em 60 kes in. Alîkariya ku pêwîst bû me ji ber çandî û piştgiriyê bistalndiba nedan me. Ez çûm Midûrtiya Xurek Çandinî û Heywandariyê. Ji min re gotin ‘hûn piştgirî didin terorê.’ Li Tirkiyê herî zêde em bûne mexdûrên terorê. Ez mexdûrê terorê me. Ji ber vê yekê dewlet, tezmînatê daye min.”

Muhammet Ferît Erdagê ku ew jî berê dûçarê zexta PKK û FETO bûye destnîşan kir ku destek ali bavê wî yê 85 salî jî dihat kirin hatiye birrîn.

“Em di salên 1990an de him dûçarê zulma PKKê û him jî ya FETO bûn”

Erdag wiha diyar kir: “Her sal dewlet wek piştgirî pere dida me. Niha ev destek nehatiye razandin. Em ji Midûrtiya Navçeya Farqînê ya Xurek Çandinî û Heywandariyê dipirsin; dibêjin ku perê me li banqayê hatiye razandi. Em diçin banqayê. Di hesaba me de pere tune. Dema em dipirsin ji me re dibêjin karê walîityê ye. Em alîgirê terorê nînin. Em di salên 1990an de him dûçarê zulma PKKê û him jî ya FETO bûn.”

Mehmet Îlhan Taş jî wiha qala mexdûriyeta xwe kir: “Ji teref PKKê ve li dijî mala min êrîşa fuzeyê hat lidarxistin. Îro bi birrîna vê piştgiriyê me mexdûr kirine. Em dixwazin ku mexdûriyeta me were çareserkirin.” (ÎLKHA) 















Bu haberler de ilginizi çekebilir