• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Dinya tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Koordînatoriya Bajêra Qonyayê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve li Qonyayê bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin. Xelkê Qonyayê eleqeyeke zêde nîşanî bernamê da. Di bernameya ku hat lidarxistin de Mehmet Zulfu Tanê Koordînatoriya Bajêra Qonyayê ya Platforma Evîndarên Pêxember axavtina destpêkê kir. Dû re Birêvebirê Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş axavtinek kir.

Goktaş di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir dinya tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû û dû re wiha destnîşan kir “Em îsal dixwazin li meydanan rêberê heqiyê Hz. Muhammed(s.x.l.) bînin ziman. Lewra dinya wek îro tu carî ji edaletê re ev qas muxtac nebûbû. Ji ber ku tenê pêdiviya Mislimanan li heq û edaletê nîne, ango dinya temamê muxtac edalet û heqiyê ye, me xwest bi temamê aliyên wî qala Hz. Muhammed bikin. Em ê li her derê ku dê însan lê bibin şahid qala Hz. Muhammed bikin.”

Goktaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir şîara me ya herî mezin yek jî li meydan, kampus û li cihên herî girîng a vê dewletê geş û şênkirina dînê Xwedê ye Goktaş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo di heftiyekê de rojek musabeqe bê kirin ew der bi trilyonên ummetê nehatin çêkirin. Divê ew der jî bên bikaranîn. Divê li wan deran jî nimêjên eydê û nimêjên din ên mezin bên edakirin.  Divê li wan deran li ser navê Îslamê bername bên tertîpkirin. Madem bêyî ku xeberê bidin te bi pereyên te ew der hatin çêkirin divê ew der ji Îslamê re xizmetê bidin.”

 “Divê hêz û qewet bi însanên Misliman re be”

Goktaş diyar kir pêdiviya însaniyetê ji edalet û heqiyê re heye û dû re wiha pê de çû: “  Komên ku ne ehlê îmanê ne dema dibin xwediyê hêz û qewetê zilmê însanan dikin. Ji bo edalet  tecellî bike divê muheqqeq hêz û qewet bi însanên bi îman re be. Ev şerta edaletê ye.  Ger berawajiya vê yekê çêbibe  hûn dilnerm bin bibin, çi qas xwedî merhmet bin ferq nake, hûn ê ji tiştên ku li Iraq û Sûriyê diqewimin re bigrîn.”

 “ Girîn û barandina rondikan ji vê ummetê re nabe çareserî”

Goktaş di dawiya axavtin axwe de diyar kir girîn û barandina rondikan ji vê ummetê re nabe çareserî û d» re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Pêdiviya ji hêz û qeweteke ku ya xwe dide kirin re heye. Ji ber vê yekê divê Milsiman li derî bi qewet û bi hêz be. Weke ku hûn jî dibînin ev ummet li xwe heyirî ye. Nizanî xwe bi Rûsya ve yan bi Amerîka ve bigre. Her du jî Fîrewn, her du jî Nemrûd. Her du jî di ser vê ummetê de bombeyan dibarînin. Xwîna vê ummetê ji teref van zaliman ve tê herikandin. Çareyeke tenê heye ew jî wek ummet bihêzbûn e. Divê em vê zanibin. Ev şerta edaletê ye. Hekena ew ê ev zillet berdewam bike.”(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir