• DOLAR 32.602
  • EURO 34.809
  • ALTIN 2488.355
  • ...
Gundî dixwazin ku rêya wan a di nîvî de maye were çêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nişteciyên Gundê Barîsîla 2 hezar nifûsî a girêdayê navçeya Qûbîna Êlihê diyar kirin ku ew dixwazin rêya wan a di nîvî de maye were sazkirin.

Gundiyan diyar kirin ku rêya gundê wan ji ber ku ax û xerabe ye dema ku baran dibare dibe herî. Wan destnîşan kirin ew dixwazin ku rêvebir dengê wan bibîhîsin.

Gundıyan, diyar kirin ji ber ku rêya wan xerabe ye ji bo ku zarokên wan nebin herî ew gelek caran zarokên xwe didin pişta xwe. Wek gundî ew havînan ji ax û xweliyê û zivistanan jî ji heriyê nikarin di rêya gund de bimeşin.

“Me çendîn caran miraceat kir lê alîkariya me nakin”

Mixtarê gund Saît Dogru diyar kir ku wek gundî ew dixwazin ku rêya wan bi parkeyan were çêkirin. Dûvre Dogru wiha pê de çû: “300 sal e em di vê gundê de dijîn. Ji roja ku ev gund ava bûye heta îro bes Petrolên Tirkiyê ji me re rê vekir. Xizmetên Gundan qet asfalt nekiriye. Ji bo vê yekê me çendîn caran miraceat kir lê alîkariya me nakin.”

“Rêya me çênakin”

Ferman Dogru, diyar kir ku ji xeynê pirsgirêka wan a rê gelek pirsgirêkên din jî hene. Dûvre Dogru wiha pê de çû: “Pirsgirêka me ya ewil rê ye. Rêya me çênakin. Aliya din a gund rêya biasfalt heye. Ew jî fetlokî ye. Ji bû çûna sûkê rê pirr dirêj dibe. Ji ber ku rêya me biherî yeû pirsgirêkên me nehatine çareserkirin me xwest ku em ji navçeya Qûbînê veqetin. Em di vê dewrê de di nav heriyê de dijîn.”

Dogru wiha pê de çû: “Beriya her tiştê em dixwazin ku rêya me were çêkirin. Piştî wê yekê pirsgirêka me ya qenalîzasyonê heye. Dê ew dûvre çêbe. Nîvê rêya gund hat parkekirin û nîvê wê maye. Zarokên me bi cezmeyan diçin dibistanê û tên.”

“Em zarokên xwe wek piştkirî dibin dibistanê”

M. Şîrîn Ege wiha qala mexdûriyeta xwe kir: “Em ji rêvebiran rica dikin bila werin rêya me çekin. Qenalîzasyon teqiyaye û pîsahî li nav rêya gund belav bûye. Rêya me di nîvî e hêştine. Em zarokên xwe wek piştkirî dibin dibistanê. Em zivistanê bi trextoran derdikevin ser rê.” (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir