• DOLAR 32.335
  • EURO 35.126
  • ALTIN 2309.58
  • ...
SON DAKİKA
Li Bongilanê Wîladeta Pîroz hat lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li navçeya Bongilana Çewlîgê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin. Lêkolîner û Nivîskar Ozkan Yamanê ku wek gotarvan beşdarê bernamê bû qala jiyana Resûlê Xweda kir.

Yaman, di bernamê de bal kişand ser jiyana Resûlê Xweda û wiha destnîşankir: “Heke em ji pêşerojê hêvîdar in sedema vê yekê muhebbeta me ya ji Resûlê Xweda re ye.”

Yaman, diyar kir ku ev bername bes li Tirkiyê nayên lidarxistin û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Niha li Bongilanê tenê ev berbane nayên lidarxistin. Li Almanya, Fransa û gelek welatên Ewrûpayê ev bername tên lidarxistin. Alman û Fransewî jî êdî beşdarê van bernameyan dibin. Ev rehmet dê wan jî dorpêç bike.”

Yamanê ku bal kişand ser davikên ku di 15ê Tîrmehê de hatin lidarxistin û wiha ragihand: “Xweda, davikên wan xera nekir? Lewra li ber vê muhebbetê, li ber eşqa Muhemmedî tu balafir û fuze nasekine. Lê Mêze bikin; ev muhebbet li vê welatê 3 milyon û nîv însan dihewîne. Ev muhebbet Tirk, Kurd, Ereb, Laz û Çerkezê dike bira.”

Her wiha Yaman diyar kir ku bi hatina Hz Muhammed alem xelas bûye. Dûvre Yaman wiha pê de çû: “Pêxemberê me ji herkesê re wek rehmet hat. Înşaellah çawa ku wê çaxê alem bi Resûlê Xweda xelas bûye dê îro jî bi Wî xelas bibe. Xwedê Teala, wê dermanê şand û bi van dermanan pîrek xelas bûn. Lewra wê çaxê pîrek wekê eşyayê bûn. Mal ji pîrekan re nedihat dayîn. Dihatin kirrîn û firotin. Pîrek ji koleyan bêqîmetir bûn. Bi vê îlacê ew xelas bûn. Çawa bû? Dayîk bûn wesîla çûna cennete. Bi Wî êtîm, feqîr û belengaz xelas bûn. Bi zekat û sedeqeyê ew xelas bûn. (ÎLKHA) 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir