Ji Rusya û Îran daxuyanî: Dê em bersiv bidin her cûr êrîşê
Di daxuyaniya ku ji teref Rusya, Îran û komên mitefik ve hat dayîn de hat diyarkirin ku DYA, bi êrîşa ku li Sûrî lidar xistiye 'xêza hesas' binpê kiriye. Dûvre wiha hat diyarkirin: "Ji vir pê ve dê em bersiv bidin her cûr êrîşê."
Di daxuyaniya ku ji teref Rusya, Îran û komên mitefik ve hat dayîn de hat ragihandin ku DYA, bi êrîşa ku li Sûrî lidar xistiye ‘xêza hesas’ binpê kiriye û Lîderê Ûris Putîn û Serokkomarê Îranê Ruhanî di derbarê çekên kimyayî yên li Îdlîbê de bangewazî kirin ku lêpirsîneke bê teref were destpêkirin.
Serokê Dewleta Ûris Vladimir Putîn û Serokkomarê Îranê Hasan Ruhanî di telefonê de bihev re hevdîtin kirin û diyar kirin ku êrîşa li Sûrî ya ku ji teref DYAyê ve hatiye lidarxistin tevgereke xweş nîne. (ÎLKHA)