Li bajarê Îskenderiyeyê teqîn
Hat ragihandin ku li bajarê Îskenderiyeyê li ber dêreke êrîşa bombeyî ya xwekuj hatiye lidarxistin.
Piştî êrîşa ku beriya nîvro li bajarê Tanyaya Misrê pêk hat li bajarê Îskenderiyeya Misrê jî li ber dêreke êrîş hat lidarxistin.
Hat ragihandin ku li bajarê Îskenderiyeyê li ber Dêra Azîz Markê aîdê Kiptiyan xwekujê ku ji teref polêsan ve hat astengkirin xwekûj xwe înfilaq kir. Di encama înfilaqkirinê de 11 kes mirin û 40 kes birîndar bûn.
Beriya nîvro jî li li bajarê Tanyaya Misrê êrîşa bombeyî hatibû lidarxistin. Di encama êrîşê de 21 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 59 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)