Li Kanîreşê barîna berfê
Li navçeya Kanîreşa Çêwlîgê barîna berfê ya di derdora saetên sibê de dest pê kir. Di demeke kurt de her di nav berfê de xemilî.
Li Kanîreşa Çewlîgê barîna berfê ya ku 2 roj e bê navber didome jiyanê wek neyînî bandordar dike. Li navçeyê barîna berfê ya ku di derdora saetên sibê de dest pê kir di demeke kurt de her di nav berfê de xemilî.
Esnafê ku serê sibê hat navendê da ku dikanên xwe veke ji ber birrîna ceyranê nekarîn derebeyên xwe vekin.
Ji nişteciyên navçeyê Fethî Aydemîr, diyar kir ku navçeya Kanîreşê (Karliova) heqê navê xwe didê. Dûvre Aydemîr wiha axivî: “Berfa ku di meha Nîsanê de barî me neheyîrand. Ji xwe em bendewar bûn. Navçeya me bi barîna berfê xweş e. Lê bi barîna berfê heke ceyran nehata birrîn dê çêtir bibûya.”
Saîd Atliyê ku ji ber birrîna ceyranê dikana xwe nekarî veke wiha axivî: “Em hêvîdar bûn ku dê berf bibare. Lê bi barîna berfê re ceyran jî çûye. Ev yekê êdî me aciz kir. Wekê ku tê dîtin ez ji ner birrîna ceyranê nikarim derebeya dikana xwe vekim. (ÎLKHA)