• DOLAR 32.53
  • EURO 34.906
  • ALTIN 2421.767
  • ...
Li Çêrmûkê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Kopru-Dera Çêrmûkê ya endamê Platforma Evîndarên Pêxember ve li navçeya Çêrmûka Diyarbekirê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.

Axavtina destpêka bernameyê Îdrîs Kaçmazê ji rêvebirên Komela Kopru-Dera Çêrmûkê kir. Kaçmaz wiha diyar kir: “Em jiyana ku dê Rebbê me ji me razî bibe ji jiyana Hz Muhammed (as) hîn dibin. Ji muhebbetê Muhemmed bû hasil, ji muhebbeta bê Muhemmed çi hasil. Muhebbet, heke Ew tê de hebe xweş e.”

“Benîadem, îro mihtacê edaletê ye”

Lêkolîner-Nivîskar Mehmed Goktaşê ku wek gotarvan beşdarê bernamê bû diyar kir ku di heyama îro de mirovahî herî zêde mihtacê edaletê ye.

Goktaşê ku diyar kir Hz Muhammed (as) xwedî li êtîm û sêwiyan derdiket wiha axivî: “Pirtûk diyar dikin ku Pêxemberê me dema 6 salî bûye maye sêwî. Ev yek çewt e. Ji xwe 2 sal û nîv cem dayîna xwe ma. Rastî jî têr dayîka xwe nedît. Bavê xwe nedît. 2 sal cem bapîrê xwe ma. Dûvre li cem apê xwe mezin bû. Birçî mezin bû. Feqîr mezin bû. Yanê dizane ku şewat, keder, bê dêtî û bê bavî çiye.”

Goktaş, diyar kir ji bo ku mezlûm ji zulmê xelas bibin derketiye serê Çiyayê Hîrayê. Dûvre Goltaş wiha pê de çû: “Gelî Mislimanan! Çima Pêxember her tim derdiket serê Çiyayê Hîrayê? Ez dixwazim ku hûn vê yekê bizanin. Lewra zulma li dinê didît. Geşedanên li Mekkê didît. Ên ku saxe sax dihatin binaxkirin didît û nedisekiniya. Dixwest ku tişteke bike.”

Goktaş, diyar kir ji bo ku misliman edaletê pêk bînin divê ku bi hêz bibin. Dûvre Goktaş wiha dawî li axavtina xwe anî: “Îro benîadem pirr mihtacê edaletê ne. Xweda dema ku quwet dide kesên bê îman mirov dilbîne ku ew har û tuxyan dibin. Zilm dikin. Ji ber vê yekê Xwedê Telaa dixweaze ku îmanê bide kesên xwedî bawer. Heke hûn dixwazin adil bibin divê hûn bi quwet bibin. Hûn mecbûr in biqûwet bibin. Lewra kesên bê hêz nikarin edaletê pêk bînin. Divê ku Misliman bihêz bibin.” (ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir