• DOLAR 32.475
  • EURO 34.568
  • ALTIN 2477.38
  • ...
Li Qabilcewzê şahiya Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Komeleya Rahmet Pinari ya endamê Platforma Evîndarên Pêxember ve li navçeya Qabilcewza Êlihê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.

Endêmê Îttîhadu’l Ulema Mela Abudulbarî Çelîk di bernameya ku hat lidarxistin de axavtin kir. Çelîk, diyar kir kesên ku bawerî bi pêxemberan anîne, hirmetê dane wan, alîkariya doza wan kirine û tabiê Quranê bûne bê guman dê xelas bibin.

“Xelasiya me bi Sineta Hz Muhammed mimkûn e”

Çelîk, diyar kir ku Hz Muhammed (as) pêxemberekî adil bûye. Dûvre Çelîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêxemberê me ferman da ku edalet belavê her derê bibe û ji hemî însanan re bi şiklekî adilane tevger were kirin. Bê guîman Xweda dixewaze ku em adil bibin. Xweda, ferman dike ku em alîkarî li hemî însan, feqîr, fuqara, êtîman bikin. Xweda, emir dike ku em ji xizmên xwe re wek dilovan tevger bikin. Dîsa Xweda emir dike ku em ji xerabiyê, zulmê, fihûş û neqenciyê dûr bbisekinin.”

“Diz ketin nav welatê me û exlaq, zarok, qîz, bawerî, mizgeft û îmana me dizîn”

Çelîkê ku diyar kir divê ku mirov ji bo Xweda edaletê biparêze wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê ku em bi însanên mumîn ên ku derdên Mislimanan ji xwe re dikin derd re bibin. Diz ketin nav welatê me. Exlaq, zarok, qîz, bawerî, mizgeft û îmana me dizîn. Yên ku me jî bibin edaletê nifşeke dîndar e. Em pêşeroja zarokên xwe ji diz û bêaran re nehêlin. Xelasiya me bi Sineta Hz Muhammed mimkûn e.” (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir