• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
15 çêlekên ku birûsk li wan da telef bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku li Gundê Ehmedî ya girêdayê navçeya Stewra Mêrdînê birûsk li garanê da. Di encama vê yekê de 15 çêlek telef bûn.

Bûyer, li çolwara ku 10 km ji gund dûr e qewimî. Gor agahiyên hatine bidestxistin gavanê ku garanê gundiyan diçêrand birûsk veda. Di encama birûskvedanê de 15 çêlekên aîdê malbatên Tar, Kaya, Balikçi û Erdogan ji ber ku birûsk îsabet kir telef bûn.

Ji gundiyan Mehmet Balikçi, wiha diyar kir: “Ez debara xwe bi heywandariyê temîn dikim. Malê min bes ev çêlek bûn. Çavkaniyeke min a dehatê êdî tune. Min bi şîrê van çêlekan debara xwe temîn dikir. Ez bendewarê alîkariya dewletê me.”

Haci Şeymus Kayayê ku 5 çêlekên wî telef bûne wiha diyar kir: “Em bi heywandariyê aboriya xwe temîn dikin. Bi telefbûna heywanan me gelek zirarê dît. Em nizanin da ku çi bikin. Niha bes em ji rêvebiran alîkarî dixwazin. Ji bo Xweda bila alîkariya me bikin.” (ÎLKHA) 







Bu haberler de ilginizi çekebilir