• DOLAR 32.598
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2509.459
  • ...
Li Sêrtê cîsma ku zarokan dît teqiya: Zarokek mir yek jîbirîndar bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku li rêbeja Yarimtepeya girêdayê Şêrwana Sêrtê 2 birayên bi navê Kadîr û Muhammet A.yên 11 û 13 salî yên ku cîsmeke dîtin di encama teqîna cîsmê de yekî ji wan jiyana xwe  ji dest da û yekî birîndar bû.

Gor agahiyên ku ji çavkaniyên mehelî hatine bidestxitin li derdora rêbeja gundê Yarimtepê birayên bi navê Kadîr û Muhammet A.yên 11 û 13 salî li ser rêya ku wesayîtên leşkerî diçin û tên cîsmeke biyanî dîtin. Di encama teqîna cîsma ku hêj nayê zanîn çiye de her dû bira bi şekleke xedar birîndar bûn.

Hat ragihandin ku ji her dû biyayên birîndar ên ku wan rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê yê Sêrtê û Nexweşxaneya Dewletê yê Şêrwanê yekî digel hemî midaxaleyan jiyana xwe ji dest daye. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir