• DOLAR 32.499
  • EURO 34.965
  • ALTIN 2429.204
  • ...
"Hêzên Emperyalîst ji bo berjewendiyên xwe li Sûrî ne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, li Bedlîsê di Avahiya Bajêr a Bedlîsê ya Partiyê de bi endamên çapemeniyê re hat cemhev.

Yapicioglu, di derbarê êrîşa kimyayî ya li Îdlîbê hat lidarxistin û piştî vê yekê Amerîka bi muşekan êrîşê baregeha leşkerî ya Sûrî kir û referandûma 16ê Nîsanê de nirxandin kir.

Yapicioglu anî bibîranîn ku Amerîka wek êrîş hêrî kêm 50 fuze avêtiye baregeha leşkerî ya Sûrî. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Êrîşa ku li baregehê hat kirin him di rojeva Tirkiyê û him jî rojeva cîhanê de cî girt. Him ji meqamên hindir û him jî ji welatên din bertek hatin nîşandan. Bi taybet ji Serokkomar û wezîrên Karûbarên Derve piştgirî ji vê yekê re hat dayîn. Dema ku Amerîka diyar kiribû ku dê midaxaleya leşkerî bike Tirkiye diyar kiribû ku dê piştgirî bide vê yekê.”

“Ji roja ewil pê ve li Sûrî rejîmeke zulmker heye”

Yapicioglu wiha pê de çû: “Em ji roja ewil pê ve diyar dikin ku li Sûrî rejîmeke zulmker heye û ev dewlet ji teref şexsiyet û hişmendiyeke zalom ve tê rêvebirin. Hinek kesên ku dixwazin ev rejîma zalim were guhertin telep kirin da ku werin midaxaleya vê yekê bikin. Rejîm û kesên ku alîkariya rejîmê dikin ji bo ku emperyalîstên din jî alîkariya wan bikin û wan biparêzin gazî wan kirin ku werin herêmê. Em dibêjin hemî çewt in. Divê ku neyê qebûlkirin ne Amerîka, ne Rusya û ne jî ji welatên Xerbê yekî were bikeve nav axên Sûr.”

“Kesên ku zen dikin Xerb ji ber wîjdana xwe hereket dikin xeta dikin”

Yapiciogluyê ku diyar kir kesên ku zen dikin Xerb ji ber wîjdana xwe hereket dikin xeta dikin wiha pê de çû: “Bê guman ew ji bo menfaetên xwe hatine wira. Piştî êrîşa kimyayî ya ku çend roj berê hat lidarxistin çendîn zaroka jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku zen dikin Xerb ji ber wîjdana xwe hereket dikin xeta dikin. Ew bixwe bi sed hezaran însanên ku wekê di vê qetlîamê de hatine qetilkirin dikujin û dê vê qetlê jî bidomînin. Ew ji bo menfaetên xwe, bi taybet jî ji bo ewlehiya Sîyonîzmê li herêmê bicî dibin. Kesên ku bi vê yekê kêfxweş dibin em careke din ji vir diyar dikin; heke ew werin li vir bicî bibin belkû ji bo avêtina wan a ji vir dê hûn çendîn salan mecbûr bimînin hewl bidin.”

“Dê êdî hûn nekarin sibê gilî bikin”

Yapicioglu obal kişand divê ku ji DYAyê re bi musemehe tevger neyê kirin. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke hûn li ciyeke Amerîka him wek hakim û him jî dozger bibînin û heqê cezabirînê, înfazkirina cezaya ku hatiyê birrîn bes bidin Amerîka dema ku îro sibê heman tişt hat serê we dê êdî hûn nekarin sibê gilî bikin û dê tu kes dilê xwe bi we neşewitîne.”

“Şerê Amerîka û Rusya ya li Sûrî ji bo parastina berjewendiya xwe bixwe ye”

Piştî ku rojnamevanekî pirsa wekê “Gelo îxtîmal heye ku Amerîka û Rusya li Sûrî şer bikin?” Yapicioglu pirsê wiha bersivand: “Heke Amerîka û Rusya li Sûrî şer bikin ev şer ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li wir e. Ne Ûris ji bo ku rejîma Sûrî biparêze bi Amerîka re şer dike û ne jî Amerîka ji bo ku însanên mezlûm, gel û rejîmê biparêze bi Ûris re rû bi rû dimîne. Dema ku ji bo berjewendiyên wan hewce bike ew li dijî hev disekinin. Rast e. Şermezar kirin. Lê gor me di nabeyna dawetkirina Amerîka û Rusya ya li wir de tu ferq tune.”

“Ummet meseleya xwe hewalê kesên din kir”

Yapicioglu diyar kir ku çawa roja ewil wan wek biryar gotine dê ew di referandûmê de bibêjin ‘erê’ bi heman şiklê ew hêj jî vê fikr û ramanê diparêzin. Dûvre  Yapicioglu wiha destnîşan kir: “Me berê biryara xwe ya di derbarê referandûmê de wek ‘erê’ diyar kiribû. Îro jî biryara me bi heman şiklê didome. Me ji ber ku filan kes an bêvan kes an jî filan partî û bêvan partî vê biryarê daye nabêjin ‘erê’. Gor me ji ber ku ev guhertin ji bo milet û memleket baş e em dibêjin ‘erê’.”

Yapicioglu diyar kir ku pirsgirêka Sûrî ya Ummetê bixwe ye. Lê Ummet meseleya xwe hewalê kesên din kiriye. Dûvre Yapicioglu wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji Adara sala 2011an a ku li Sûrî tevlêhevî dest pê kir pê ve me helwesta xwe ya bibiryar a li dijî tevlêheviyên li welatên Îslamê pêk tên de domand. Me got; ev meseleya Ummetê ya navxweyî ye. Divê ku firset neyê dayîn da ku emperyalîst midaxaleya vê yekê bikin û divê Ummet vê yekê di nav xwe de çareser bike.Em hêj jî di heman noqtê de ne. Mixabin ev 6 sal zêde ye ku herî kêm 600 hezar însan ji mal û canê xwe bûne. Lê Ummeta ji pirsgirêka di nav xwe de re çareseriyeke nedît. Ummet meseleya xwe hewalê kesên din kir.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir